Mêjî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Mejî hate beralîkirin)
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Open book 01.svg
Bi zaravayên din ên zimanê kurdî
Mêjî
Soranî Mêşk
Kelhûrî Mijg, Mizg
Lekî Mezg
Hewramî Mejg
Zazakî Mezg
Mêjî

Mêjî anko mêşik, endamek ji laşê lawiran e ko dikevit nav kilox an kasa serî û kontrola koendama demarên navendî dikit. Mêjî endamê şirocekirina hestan û bersivandina li goreyê wan e.

Mejî navenda kontrolkirina koendama demarên navendî di lawiran da ye. Mejî di mirovan da endamê hizirînê ye û bi kiloxî dihêt arastin. Di piraniya lawiran da mejî nêzî endamên hestyarên serekî ji bo estên mîna bînahî, bîstahî, bêhnahî, hevsengî û çêşahiyê ye. Herçend e ko piraniya movikdaran mejî heye, nemovikdaran gelek caran tenê gilolik anko girêyeka demaran heye. Hindek ji lawirên gelek despêkanî mîna îsfenciyan hema her mejî nîne.

Mêjî yê lawirên bêmovik (mîna kêzikan) dikarit gelek sade bit û tenê çend demarek bin. Lê di mirovan da, zêdetir ji 100 milyon demaran di mêjî da hene.

Mêjî, beşeke sîstema birikan e.

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)