Menelaos

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Menelaos
Μενέλαος Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perestvanmîtolojiya yewnanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
TekstÎlyada Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMêr li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
Xwişk û bira
Hevjîn
Zarok
  • Hermionê
  • Ksenodamos
  • Nîkostratos
  • Megapentês
  • Plîstenês
  • Morrafios
  • Etiolas
  • Korîtos
  • Tronios Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
XanedanHelenê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Menelaos û Helenê (tabloya Johann Heinrich Wilhelm Tischbein e)

Menelaos, keyê Spartayê ye. Kurê Atreûs, birayê Agamemnon e û Agamemnon wexte xwe da keyê Yewnanistana kevnar bû. Bi hev re beşdarî Şerê Troyayê. Di destana Îlyada û Odîseya da kesekî girîng e. Mêrê Helenê ye .

Jiyana wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Menelaos leşkerekî jêhatî û wêrek bû. Wek hemû pêşengên Yewnanistanê ew jî dixwesta bibe zilamê Helenê. Destûr hat ku Helen yên dilê xwe hilbijêre. Helen Menelaos bijart. Deh salan mane zewicî. Keçekî bi navê Hermionê çêbû.

Piştî 10 salan şevekê mîrzadeyê Troyayê Parîs bû mevanê wan. Dilê Helenê kete Parîsê û sibê zû revîn Troyayê.Menelaos agahî şand bire xwe keyê Mîken Agamemnon ê. Agamemnon hemû hêzên Akayan berhev kir û meşiyan ser Anatoliya.Ber bajarê Troyayê deşta Iliayê şerekî mezin destpê kir. Menelaos ji bo Helenê dîsa bistîne , hemberî Parîsê derket duşerkirinê.Li wir serkeftî bû.Lê Xwedawend Afrodîtê nahêle, Parîsê ji destê Menelaos rizgar dike û wê pê tîrek birîndar dike.

Di vê şerê de laşê Patraklosê ji destê Hektorê distîne.

Menelaos jî nav gruba nava Hespê Troyayê derdikeve. Akayî bajarê Troyayê dagir diken û dizivirin Yewnanistanê , Menelaos jî dest vala nayê jina xwe Helenê jî tê ne.

Di rêya vegerê da ixtîlaf dikeve navbeyna birayê wî û wî. Ji ber wê Menelaos , Dîomedes û Nestor bi hev ra dihatin malê , Lê Menelaos ji wan jî qetîya ketê nav bahozê. Bahoz wê bir heya giravekê. Ji bo ku rêya vegera malê bizanibe kalê behran Proteus'ê re pirs bikira . Proteus yek ji xulamên Posîdonê bû agahiyên derheqê behrê hemû dizaniya.

Menelaos û sê hevalên wî çûne perava mexela Proteusê. Proteus hat li wir raza. Menelaos û hevalên wî jî xwe lê werandin. Proteus hêzên xwe yên taybet bi kar anî. Suretê xwe guherand, bu heywanên kovî, av, agir lê ew Proteusê bernedan. Suxiyê ew sureta xwe guherand ya rastî. Menalos jî hê re pirs kir. Kîj Xwedaye min nahêle ez vegerim mal. Proteus jî bersiv da ku sedeme girtina rêya wî Zeus bi xwe ye.[1]

Cihê gorîgeha wî rubara Aigyptos(Nîl) bû. Ji ber vê yekê rêya kete Misirê.

Heta vegera xwe biqedîne û bihata Spartayê 8 sal borî.[2]

Piştî vegerîna welat demekî dibore Menelaos dimire.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Odîseya-Homêros
  2. ^ A brief guide to the greek myths- Stephen Kershaw rûpela:434