Michael Jackson
| Michael Jackson | |
| Popbêjê amerîkî Michael Jackson di sala 1984'an de. | |
| Agahî | |
| Navê rastî | Michael Jackson |
|---|---|
| Bernavk | The King of Pop |
| Roja jidayikbûnê | 29'ê gelawêjê 1958 Gary, Indiana |
| Roja mirinê | 25'ê pûşperê 2009 Los Angeles, California |
| Cureyê muzikê | Pop Hip-hop Dîsko Funk R'n'B Muzîka rock Soul |
| Enstrumanên wî/wê | Vokal |
| Malper | michaeljackson.com |
Michael Joseph Jackson (z. 29'ê gelawêjê 1958'a li Gary, Indiana; m. 25'ê pûşperê 2009 li Los Angeles, California, DYA) yek ji mezintirîn stranbêjên muzîka pop ên amerîkî bû.
Michael Jackson di 29-ê tebaxa sala 1958-an de li Gary, Indiana (aniha berbajarekî Chicagoyê ye) ji dayîk bûye. Michael ji malbateke guwahên Yehova ya neh zarokan yê heftem bû. Wextê ew şeş salî bû bi birayên xwe Jackie, Tito, Marlon û Jermaine re li koma muzîkê ya bi navê The Jackson Five endam bûye, pişt re navê komê guhartin, bû The Jacksons.
Albûma wî ya solo ya pêşîn Off The Wall di sala 1979-an de derket; di sala 1982-an de albûma xwe bi navê Thriller derxist û 35 milyon sêlik firotin. Vîdeoklîpên vê albûmê hêjta bi nav û deng in û bi derketina Thriller di nav stêrkên herî navdar û serkevtî yên muzîka pop de ji xwe re cihek dît. Di sala 1987-an de jî albûma Bad derket. Li ser hev di dirêjahiya kariyera xwe de 750 milyon sêlik firotine. Şahê muzîka pop di 25-ê pûşpera 2009-an de li mala xwe ya Bel-Air a Los Angelesê (DYA) ji dilwestanê mir. Ew 50 salî bû û bavê sê zarokan bû.
Çavkanî [biguherîne]
David Crystan (1994). The Cambridge Biographical Encyclopaedia. Cambridge University Press, Cambridge.
Zarokan Michael Jackson
Zarokan Michael Jackson Prince Michael Jackson Junior(1997),Paris Michael Katherine Jackson(1998) û Prince Michael Joseph Jackson,II(2002)in.Michael Jackson Junior û Paris Michael Katherine Jackson ji Debbie Rowe in.Prince Michael Joseph Jackson,II ji Debbie Rowe nebû. Daye wî nenase.Na zarokan Michael Jackson li Xaltiya wan Janet Jackson dibînin.