Misirnasî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ji Pirtûka Misrê ya Miriyan: Xwedawendê Anubis dilê miriyan dipîve.

Misirnasî lêkolîna dîrok, ziman, wêje, ol, avahîsazî û hunera Misira kevnare ji hezarsala 5an b.z. heya dawiya edetên olî yên xwemalî di sedsala 4an p.z. de ye. Pisporên dîsîplînê wekî "Misirnas" tên binavkirin. Li Ewropayê, nemaze li ser parzemînê, Misirnasî di serî de wekî dîsîplîneke fîlolojiyê tê hesibandin, lê li Amerîkaya Bakur ew bi gelemperî wekî şaxeke arkeolojiyê tê hesibandin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lêkolînerên ewil[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lêkolînerên herî pêşîn ên Misrê kevnar Misiriyên kevn bi xwe bûn. Bi îlhama xewna ku wî dîtibû, Thutmoseyê çarem kolandina Sfenksa mezin a Gizayê bi rê ve bir û ravekirina xewnê li ser Stûna Xewnê nivîsand.Kêmtirî du sedsal şûnda, mîrza  Khaemweset, kurê çaremîn  yê Ramses II, dê ji bo berçavkirin û nûkirina avahiyên dîrokî, gor û perestgehan, tevî pîramîdan, binavûdeng bû paşê wekî yekem misirnas hate hesibandin.[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Reede, Greg. "The Tomn of Niankhkhnum". Roja gihiştinê 7 kanûna pêşîn 2022.