Mêşhingiv
| Mêşhingiv, mêşa hingiv | ||||||||||||
|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Mêşa hingiv (Apis mellifera) di nav toza gulan de
|
||||||||||||
| Dabeşandina zanistî | ||||||||||||
|
||||||||||||
| Famîleyên mêşhingivan | ||||||||||||
|
Andrenidae |
||||||||||||
| Hevwate | ||||||||||||
|
Apiformes |
Mêşhingiv, mêşa hingiv, moza hingiv an jî heng (bi soranî: mêşhengwîn) wek pîzpîzonkê (pîzang, kermêşê) ye lê rengê wê soringî ye. Gelek cureyên mêşhingivan hene û çendîn ji wan komên mezin ên zêdeyî 60.000 mêşên hingiv çêdikin.
Naverok |
Pêkanîna koma mêşhingivan [biguherîne]
Mîrê komeke mêşhingivan şaheng (diya mêşan, make) ye. Di her komekê de yek şaheng heye. Kom ji bi sedan mêşhingivên nêr û bi hezaran mêşhingivên karker jî pêk tê.
Kewara hingivî [biguherîne]
Cihê ku mêşhingiv lê hingiv datîne jê re kewar (kewarmêş, gurbe, pilûre, xelefk an pêtagê mêşan) dibêjin. Di kewaran de şaneyên hingiv ji şimayê çêdikin. Hingiv xwarina kurmikên mêşan e.
Hilberandina hingivî ya herêma Kurdistanê [biguherîne]
Li Kurdistanê mirov ji bo hingiv û şimayê mêşhingivan xwedî dike. Hilberandina hingivî ya herêma Kurdistanê di sala 2008an de ev bû:
| Herêm | Hijmara mêşvanan | Hijmara kewanan | Hilberandina hingivî (mt) |
| Hewlêr | 4.002 | 52.366 | 147 |
| Dihok | 3.119 | 41.943 | 177 |
| Silêmanî | 6.657 | 72.326 | 289 |
| Germiyan | 551 | 3.680 | 15 |
| Ko: | 14.329 | 170.315 | 628 |
Galerî [biguherîne]
-
Kulmozeke mêşên hingiv
Çavkanî [biguherîne]
- Umîd Demîrhan (2006). Ferhenga destî kurdî bi kurdî. Bazîd: Sewad.
- www.moakurdistan.com