Narsîsîzm
Narsîsîzm | |
---|---|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Narsîsîzm tê wateya hezkiriyê xwe bûn. Ango mirov maşûqê xwe dibe. Ev peyv ji efsaneyeke grekî tê. Nêçîrvan Narkîsos, rû nade Êxo ya wekî periyeke ciwan. Êxo bi dileke têr kul û êş ji Narkîsos hez dike. Roj bi roj ji êşa dilê xwe jar dikeve û dimire. Dema ew dimire çiya û kendal olan didin û ev peyva exo (olan) jî wisa dikeve hemî zimanan. Xwedayên li çiyayê Olîmpê rûniştine vê yekê dibînin û biryar didin ku nêçîrvan Narkîsos ceza bikin. Narkîsos ji nêçîrê vedigere. Gelek westiya û tî bûye. Radigihîje ji ava çem vexwe nişka ve xwe dibîne. Maşûqê xwe dibe. Ji wê rojê şunde êdî ji ber devê avê ranabe û ji eşqa xwe dimire. Ango cezaye xwedayan bicih tê. Li cihê ku ew dimire kulîlkên nêrgiz şîn dibin.
Gorî Sigmund Freud di her mirovî de kêm zêde narsîsîzm heye û heger pirr zêde nebe zirara wê nîne. Kesayetiyên wekî Adolf Hitler, Napoléon Bonaparte, Mustafa Kemal Atatürk jî xwedî narsîsîzmeke mezin bûne. Hemî dîktator kêm zêde wiha ne. Ji xwe zêdetir çavên wan kesî nabîne. Ezperest, tirsonek, zalim in lê bi tenê ne. Heger gotin an armancên wan bicih neyê wekî nêçîrvan Narkîsos hêdî hêdî dihelin û ji kerba dimirin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev gotara têkildarî derûnnasiyê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |