Nasname

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nasnameyeke Awistiryayê

Nasname, ew e ku dide nîşandin ku mirov hemwelatiyê welatekî ye û di derbarê mirov de zanînên mirov têde cih digirin. Bi wê yekê re, weke karetekê ya. Lê di sedsale me de bi elektronîkî jî hatina pêşxistin. Bi vê yekê, nasnameyên elektronîkî jî hatine pêşxistin. Di hundirê wan de çîpeke elektronîkî bi cih dikin û ew çîp, hemû zanînên mirov di xwe de diparêzê. Her wusa, dema ku mirov dervî welat jî be, ew çîp, dikare sinyalê bide şandin ku mirov dervî welat e.

Zanîn û zanebûnên der barê de

Di nasnameyê de, pêşî nav, paşnav, ol, hijmar û hwd tên nivîsandin. Mîkroçîpa ku têde hatî bicihkirin jî, di wê de hemû zanîn di derbarê de tên bicih kirin. Di derbarê, zanîn fizîkî, rêçtilî û hwd, hemû tişt di wê de tê bicihkirin. Ji kîjan herêmê ye û ji kîjan olê ya ew jî têde tên nivîsîn. Nasname, bi hemû rewşên xwe yên ku bi wê re, tenê weke belgeyeke (binatereke) neteweyî ye. Tenê di hundirê welêt de dibuhure.

Pasport

Pasporteke Îraqê ya bi erebî û bi kurdî

Pasport, piştî şerê cîhanî yê yekem, di jiyane mirov de bicih dibin. Pasport, herî zêde ne tenê weke binetareke weke nasname ye. Ji wê zêdetir, pasport weke nasnema navneteweyî ya. Bi wê dikarê rêwîtîyê nav welatan were kirin. Pasport jî, weke nasnameyê, xwediyê heman awayê, hemû zanîn ku di nasnameyê de bicih in, di wê de jî tên bicih kirin. Ew jî, bi mîkroçîp e.

Nasnameyên kart

Weke kart nasname, di jiyane mirov de, bi pêşketina teknolojiyê re bicih bû. Bi wê re bi çîpên di hundirê wê de, xwediyê hemû zanîna mirov e. Bi wê re jî, kart bi rengê xwe jî zêlde bûn. Gelek awayê wê derketin li holê. Karta bankê, karta nasname, û hwd, weke van awayê wê gelek cûre û awayên wê di jiyanê de zêde bûn. Weke ku çawa, nasname ji welatekî heta welatê din guharîn li gorî welatan di wan de heya, bi heman rengê di kartan de jî cudabûn û cihêrengiya wan heye. Kart jî û nasname jî, yên hemû welatan ne tijbihina hevdû.

Çavkanî