Navenda PEN a Kurd
Ji Wîkîpediya
[biguherîne] Ewrûpa
Navenda PEN a kurd ji aliyê Hüseyin Erdem hat damezrandin. Endamen ewil Hüseyn Erdem, Yayla Mönch-Bucak, Abdurrahman Nakshabandy, Hüseyn Kartal, Emine Erdem, Haydar Işik û Mehmet Uzun bûn. Serokê navenda PEN a kurd îro Dr. Zerdeşt Haco ye.
[biguherîne] Amed
Pena Kurd a Amedê di sala 2004'an de, li Amedê hate avakirin, lê ev avakirin her çiqas bi daxwaza Navenda Pena Kurd pêk hatibe jî, ne bi destûra PEN a Navnetewî pêk hatiye û endamiya wan hêj jî nehatiye pejirandin. Daxwaznameyên serîlêdana endamiya Pena Kurd a Amedê dê di sala 2006'an de ji aliyê PEN a Navnetewî ve were nirxandin. Di sala 2006'an da ev daxwaz nehate pejirandin. Ji lew ra, vê rêxistina li Amedê navê "PEN" ji ser xwe rakir û tenê wek Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Amedê tê binavkirin.