Nezîr Ocek

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nezîr Ocek
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Nezîr Ocek (1961, gundê Xumar, qezaya Şaxê, Wan) lêkoler û wergêrê kurd e.

Jiyana wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1961ê de li gundê Xumarê, bi ser navçeya Wanê Şaxê ve ji dayik bûye. Dibistana seretayî û navîn li Wanê xwendiye, lîseyê li Cizîrê xwendiye. Dû re derbasî Sûriyeyê bûye û li Kuliyata Şamê Beşa Ziman û Wêjeya Erebî xwendiye. Di 2002an de li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dersa zimanê kurdî dîtiye. Di 2004an de li Wanê di fêrgeha fermî ya zimanê kurdî de dersên rêzimanê û dersên wêjeya kurdî daye. Di 2006an de di avakirina komeleya Kurdî-Der a Wanê de cih girtiye û li wir dersên ziman dide.[1]

Nezîr Ocek pirtûka xwe îmze dike

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirtûk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Waneyên Rêzimana Kurmancî, Weşanên Sîtav, Wan, 2015.
  • Dersên Edebiyata Kurdî, Weşanên Sîtav, Çapa Yekem, Wan, 2016.
  • Rêzimana Farisî-Kurdî, ISBN: 9786058139572, Weşanên Sîtav, Wan, 2018.
  • Destana Rustemê Zal, ISBN: 9786057920430, Weşanên Sîtav, Wan, 2019.

Werger[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Xoxek û Hezar Xox, Werger, Weşanên Sîtav, Wan, 2013.
  • Rastî û Nîgaşa Rojekê, Werger, Weşanên Sîtav, Wan, 2013.
  • Çîroka Hezkirinê, Werger, Weşanên Sîtav, Wan, 2013.
  • Masiya Reş a Biçûk, Werger, Weşanên Sîtav, Wan, 2013.
  • Kevokvanê Keçel, Werger, Weşanên Sîtav, Wan, 2013.
  • Zarokê Silkfiroş, Werger, Weşanên Sîtav, Wan, 2013.
  • Stêrê û Pitiks Axiver, Werger, Weşanên Sîtav, Wan, 2013.
  • Stêrê û Qirk, Werger, Weşanên Sîtav, Wan, 2013.
  • Serpêhatiyên Kuliyeke Berfê, Werger, Weşanên Sîtav, Wan, 2016.
  • Gelo Zerdeşt Pêxember e?, Werger, Weşanên Sîtav, Wan, 2016.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Ocek, Nezîr (2019). Dersên Edebiyata Kurdî. Wan: Weşanên Sîtav. rr. ji rûpela pêşîn, qismê otobiyografiyê. ISBN 9786056652004.