Nirxa pH

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
nirxên pH yên hin madeyan

PH an jî pH (bi îngilîzî: potentional of Hydrogen), konsantrasyona îyonên hîdrojenê ye. Nirxa pH pîvaneke ji bo asîd û bazan ji hev biqetîne û ji bo hêza wan bipîvin tê bikaranîn. Hertistên ku av tê de ne nirxekî wî yê pHê heye û meriv dikare vê nirxê bi amûrên elektronîk an jî îndîkatoran bipîve. Skalaya pH'ê, ji 0'ê heya 14'an dirêj dibe û nirxa navîn 7, yanî notr e. Ava zelal xwediyê nirxa notr 7 pH e, xwîn 7,4 pH û ava deryayê 8,0 pH û sodaya kostîk jî 14,0 pH e.

Sileavên tevlihev ên sabûnên alkalî, bazîk in û nirxa pH'a wan jorê 7'an e. Paşpêya wî, wek sileavên tevlihev ên asîdîk yanî sîrke, asîda laktîk an jî asîda karbonîk, di vê skalayê de di navbera 0-7'an de cih digrin.