Pê (yekeya pîvanê)
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pê (bi înglîzî foot) yekeyeke pîvana dirêjahiyê ye. Li goreyê gelek sîstemên yekeyan pê bi gelek awayan dihêt pênasekirin. Lê bi giştî, ji sê-yeka heta çar-yeka metreyê ya SIyê ye. Her yardek 3 pê ye û her pêyek jî 12 înç e.
Pênase [biguherîne]
Li sala 1958'an, Welatên Yekgirtî yên Emrîkayê û welatên Hevberjewend yarda navneteweyî 0,9144 metre dana. Bi vî awayî her pêyek dibit 0,3048 metre.
Dîrok [biguherîne]
Di gelek kultur û ferhengên cîhanê de zarav û yekeya pê heye. Cara pêşîn, li sala 2575'ê berî zayînê, sûmeriyan ev yeke bikaraniye.