Pêjgeha Afrîkayê
Pêjgeha Afrîkayê ji tevahiya xwarin-vexwarinên li vê parzemînê hene û ji taybetiyên wan re tê gotin. Afrîka duyemîn parzemîna mezin a erdê ye. Gelek gel, kom û ber lê cihwar in. Herwiha xwedî çand, huner û estetîkeke dewlemend e.
Di xwarinên afrîkayî de fêkî, zebze, berhemên şîr û goşt cihekê sereke digirin. Di nava herêmên wê de hevparî jî gelek in, cudatî jî.
Afrîkaya navendî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li navenda Afrîkayê pirranî xwarinên gelêrî û herêmî tên xwarin. Herwiha siyale, fringî, îsot jî gelek tên bikaranîn. Şîraniyên herêmî, mirîşk, goştên hin ajalên kovî jî tên xwarin.
Rojhilatê Afrîkayê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li vir gelek cudatî hene di navbera herêman de. Xwarinên tradîsyonal û nûjen tevlîhev bûne. Bandora xwarinên erebî û hindî jî mezin e li van herêman.
Fêkî dîsa cihekê girîng digirin. Bikaranîna biharbêhnan (biharat) gelek e. Ji bandora kolonyalîzmê, xwarinên portûgalî û ewropayî jî tên xwarin.
Qilonçê Afrîkayê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Xwarinên ji Erîtreyê qora pêşîn tên. Berhemên şîrê, xwarinên ji masiyan û çêjên deryayê, xwarinên pêjgeha ereb, riz, şîraniyên wekî helawê, fêkî, biharbêhn (biharat) xalên girîng in.
Bakurê Afrîkayê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li vir bandora kûltûra Deryaya Navîn heye. Rewşa aborî jî baştirîn e. Pêjgeha ereb cihekê girîng digire. Herwiha xwarinên ji masiyan û çêjên deryayê, goşt, rûnê zeytê, kundir, fringî, kartol, zebzeyên hêşîn ên din, fêkî xalên girîng in.
Bandora xwarinên fastfood û yên ewropayî jî ne hindik e, bi taybetî li metropolan.
Başûrê Afrîkayê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ji pêjgeha başûr re, "pêjgeha keskesorî" jî dibêjin, rengareng e. Gelek dewlemend e. Xwarinên tradîsyonal navdar in. Di nava êl û beran de çendî cudatî hebin jî, pirraniya xwarinên herêmê hevpar in.
Fêkî, zebze, goşt, xwarinên ewropayî, masî xalên sereke ne.
Rojavayê Afrîkayê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Goşt, zebze, biharbêhn (biharat) sereke ne. Dîsa riz (birinc), xwarinên erebî, xwarinên tradîsyonal, hêk û fêkî jî.
Wêneyên Xwarinên Afrîkayê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Pêjgeha kevneşopî ya başûrê Afrîkayê
-
Maafe ji pêjgeha Senegalê
Girêdanên derve (îngilîzî)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Recipes for African Food Girêdana arşîvê 2011-08-20 li ser Wayback Machine
- African Foods
- Make your own delicious West African Suya Girêdana arşîvê 2011-08-28 li ser Wayback Machine
- Algerian Cuisine a Northwest African cuisine Girêdana arşîvê 2022-01-24 li ser Wayback Machine
- The Congo Cookbook Girêdana arşîvê 2001-11-30 li ser Wayback Machine
- Betumi
- African Mystery Food
- Lost crops of Africa: Corn, Vegetables, Fruits Girêdana arşîvê 2008-11-27 li ser Wayback Machine
- Celtnet African Recipes
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |