Pûng

Ji Wîkîpediya

Pûng

Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
Beş: Magnoliophyta
Çîn: Magnoliopsida
Kom: Lamiales
Famîle: Lamiaceae
Cins: Mentha
Cure: M. pulegium
Navê zanistî yê bi latînî
Mentha pulegium
L.

Pûng gihayekî çolê yî bi bihîn e. Bihînê xwe hilmê merîvan vedike. Ku meriv ev gîhayî bicû devî merivan hûnik dibe. Du cureyên xwe hene:

AGAHDARIYA ZÊDE

PÛNG / PÎNG

MENTHA PIPERÎTA


Pûng giyayek bêar e. Ji cihên sîber û hêwî hez dike. Li ber lêvên coyan û çeman xwe bixwe hêşîn dibe. Lê çandina wê jî tê kirin. Linav baxçan û li eywanan jibo bênxweşî, lawînî, baharat û jibo mêş nekevine hundurê malê, tê çandin.Bejna wê 30- 100cm bilind dibe. Belgên wê keskê tarî û rexênwan xetxet in. Di meha tîrmehê de kulîlkan vedike, kulîlkên wê wek leylank peyazî û sipî ne. 30 cûreyên wê hene. Tovê wê qahweyî ye. Devera bikevê lê şîn tê, lewre di demek kurt de dera lê bê çandin, rehên xwe berdide û pir dibe.

Dîrok û welat: Di medenîyetên Yewnan, Roma , Misir, Med, Asûr û Babilîyan de, belgên wê jibo derman, bêhnxweşî û tamxweşkirinê dihat xebitandin. Salên 1800 an de Ewropîyan birine Amerîka û çandinîya wê kirine û hêjî jibo benîşt, macûna diranan, parfûm û dermanan, nebatekî herî berbiçav e. Welatê wê nayê zanîn, lê li her deverê cîhanê hêşîn dibe.

Berhevkirin:Berî kulîlkan bide bi çiqan ve tê birîn. Bi qevdikên ne şidîyayî di cihek sîber û hewagir de tê hişkkirin. Paşê tê hûrkirin û di firaxek cam, an jî tûrek caw de, bi devgirtî tê parastin. Di salê de 3- 4 caran mirov dikare 2,5cm ji erdê bilind biqusîne.

Têdahî: Mentol, menton, Jasmon, rûnênfirok,tanen, reçîne, esansa giya ya dijwar, şekir, madeyên tahl, sîneol, cûreyên pîpenan, madeyên organîk, protein, karbonhîdrat, vîtamîn A- B1- B2 – B3.

Kêrhatî: 1- Hezmê hêsan dike. 2- Gazê dibire. 3- Têrnekirina mêlakê (kezebê) diedilîne. 4-Herikîna sefrayê normal dike. 5-Êşên mexde ( mad) dibire. 6- Danûstandina bêhnê sanahî (hêsan) dike. 7- Bandorek erênî jibo kuxuk, bronşît, girîb û astimê heye. 8-Damaran bihêz dike. 9- Jibo aramandina (rehetkirin) kelecan (heyecan) û tirsê baş e. 10- Vereşînê (xelihandinê) dibire. 11- Bandorek baş li ser mîgren, bêxewî, serêşê dike. 12- Dil bihêz dike.13- Nerehetîyên lêdanên dil yên ji hêrsbûnê tên dibire. 14- Li nîk zilaman bêixdîdarîyên ji ruh tên radike 15- Şîrê dayîkê zêde dike. 16- Êşên ketina kincan dibire. 17- Ji havêtina kirm (kurm) ên nav rûvîkan re dibe harîkar. 18- Destavê xweştir diherikîne. 19- Hiş û bîrmendîyê bihêz dike. 20- Agir dadixe. 21-Enerjîyê dide. 22- Westîyanê dibe.

Nexweşî: Jibo nexweşîyên serêş, êşên bawîbûnê, astim, bronşît, kuxik, grîp, kevirên zirav, nexweşîyên mêlakê, sistît, sara, li ba zilaman ji bêixdîdarîyên pisîkolojîk re tê bêşniyarkirin.

Karanîn: 1- Çayê 2- mesaj 3- Komperz 4- Xwarin 5- Selete.

Çayê: 1- Kevçîyek şêranî pûnga hûrkirî bikin nav qedehek avê, ava kelandî berdin ser bila 10 deqan di dema xwe de bimîne, biparzinin û rojê 3 caran piştî xwarinê vexwin. Yên bixwazin dikarin bi hinek lîmon û hingiv tamxweş bikin. 2- Du kevçîyên xwarinê pûngê bikin nav 05 l ava kelandî, bila seetekê dinav dema xwe de bimîne, paşê biparzinin hinek hingiv û nîv limonê berdin nav û rojê 4 caran qedehek çayê jê vexwin. Lê kesên ku di madê wan de brîn û gastirît heye, divê pir venexwin. Jinên dugîyan (hamile) jî divê venexwin.

Masaj: 3-4 kulmên pûnga ter (taze) bikin nav lîtrek dohnê zeytê, bila hefteyekê bisekine, paşê biparzinin û bikin şûşekî devgirtî û hilînin. Jibo êşa mîgren, esab, kabik û bawî bikarbînin û pê bifirkiînin. Her weha hûn dikarin masaja normal jî pê bikin.

Komperz: Du kulmên pûngê bikin nav 05 l ava germ bila 4 seetan bisekine, paşê biparzinin, patekê (pot-kinc-cil-paç) tê de şil bikin û danin ser cihên diêşe. Xasma jibo serêşê dermanê herî kêrhatî ye.

Xwarin: Hûn dikarin pûngê wek bexdenoz hûr bikin û bikin ser hemi cûreyên xwarin, birûş (şorbe) û seletan. Her weha jibo bîhnên nexweş yên ji dev tên, hûn dikarin çend pelên pûngê bicûn an jî bixwin. Wê nexweş winda bibe.

17/10/08

Çavkani: Malpera Lotikxane, beşa Dermanxaneya Xweristê, Bavê Jîndar