Parastina Stalîngradê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Parastina Stalîngradê, parastina li dijî artêşên Almanyaya Nazî li bajarê Stalîngradê ye. Di dîroka şer, çarenûsa Şerê Cîhanî yê Duyem de xwedî ciheke girîng e. Navê bajar ê niha Volgograd e.

Ji gelawêja 1942´î heya destpêka 1943 li bajarê Stalîngradê di navbera hêzên YKSS û Almanyayê de şereke têr bixwîn pêk tê. Ji bo Sovyetistanê ev "Parastina welêt", ji bo Almanan jî "Şikestina şerefê" tê binavkirin. Di parastinê de hêzên YKSSê biserdikeve û ev yeka han qedera şer diguherîne.

Di şer de Almanya têk diçe û sazûmaniya Nazî tê rûxandin. Tenê di parastina Stalîngradê de ji 1 Milyon zêdetir mirov jiyana xwe jidestdidin. Şerê Cîhanî yê Duyem dibe sedemê 50 Milyonî zêdetir kesî. Ne serkeft bi vê şerê hovane şad dibin, ne jî têkeft. Mirovahî son dixwe ku carekê din şereke wiha neqewime.

Fîlm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]