Patrick Suskind

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Patrick Suskind (* 26'ê adarê 1949) nivîskarekî roman û senaryoyên fîlman ê alman e. Ew li Ambach am Starnberger See, nêzî Munich, Almanya çêbûye. Bavê wî Wilhelm Emmanuel Suskind bû. Wî di nav salên 1968 û 1974 de dîroka medyeval û dîroka hemdem li zanîngeha Munichê û li Aix-en-Provence'ê xwendin.

Li salên 1980î, wî çend senaryoyan nivîsîne mîna 'Monaco Franze' (1982) û 'Kir Royal' (1986). Wî jî pirtûka 'Das Perfum'ê ('Perfum', 1985) nivîsî ku rastî pir serfiraziyê hatîye û li ser Suskind bala xelkê kişandîye. Pirtûkên din ku wî nivîsîne jî ev in : 'Die Taube' ('Kevok', 1987), 'Die Geschichte von Herrn Sommer' ('Çîroka Mr.Sommer', 1991), û 'Drei Geschichten' ('Sisê çîrokê', 2005).

Wî jî berhemeke şano nivîsîye ku navê wê 'Der Kontrabass' (1981) e, ev berhem ji boy çend salê li şanoyên almanî hate pêşkêşkirin.

Suskind li Munichê dijî û pir hindik hevdîtinan nade.

Tiştên din[biguherîne]

Berhem[biguherîne]