Pirtûkxaneya Lêkolînê ya İsmail Beşikçi

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Pirtûkxaneya Lêkolînê ya İsmail Beşikçi (bi tirkî: İsmail Beşikçi Araştırma Kütüphanesi), li Tirkiyeyê di nava çend kitêbxaneyên, ku di serî de lêkolînên li ser kurdan ji xwe re kirine armanc, de ye. Ji taybetmendiyên herî girîng yên kitêbxaneyê yek jê ew e ku pêkhatina tevahiya koleksiyonê ji çavkaniyên ku Dr. İsmail Beşikçi ji salên 1950î heta roja me ya îro jê sûd girtine û civandine ye.

Di pirtûkxaneyê de, berhemên bi taybetî, bi zanistên civakî û edebiyatê re pêwendidarên ku bi zimanên cuda hatine weşandin û belgeyên İsmail Beşikci yên xwedî taybetiya arşîvî, hene. Di kitêbxaneya me ya ku bi tevî berhemên kurdî û tirkî bi zimanên cuda jî berhem hene de, wek cara yekem sernavên mijaran bi kurdî-tirkî-îngilîzî hatine nivîsîn.

Armanca pirtûkxaneyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Armanca kitêbxaneyê ew e, ku ji herkesên di qada zanistên civakî de xebatê dike û dixwaze bike re derfetên lêkolînan pêşkêş bike. Kitêbxaneya ku dê di qada kitêbxanekarî û teknolojiyên zanînê de nûjeniyê bişopîne bi vê rê piştevaniya lêkolînan bike, di heman demê de dê di qada civakî û çandî de jî çalakiyan pêk bîne. Ji 5ê gulana 2012an bi şûn de hedefa wê ew e ku bi sazkirina çalakî û panelan, bi sazkirina rojên îmzeyan û nîşandana fîliman xwe bigihîjîne girseya xwe.

Pirtûk, kovar û rojnameyên pirtûkxaneyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di kitêbxaneya ku ji gelawêja 2011an vir ve dest bi sazkirina wê hatiye kirin de;

  • 11.758 kitêb
  • 800 kovarên cuda
  • Bi nêzî 3000 rojnameyên bergkirî ku ji 92 rojnameyên cuda pêk hatine
  • Bi mîqtarek hindik berhemên nadîr cîh digrin.

Di kitêbxaneyê de ji 20 hezarî zêdetir çavkaniyên cuda bi kategoriyên cuda hatine danasîn. Ev kategorî; zanistên civakî, tarîx-erdnîgarî, edebiyat, dîn, mijarên gelemperî, felsefe-psîkolojî, ziman û zimannasî, zanistên xwezayê-matematîk, teknolojî, huner û diyarî ne. Ev çavkanî hemû bi zimanên cuda çap bûne; tirkî, kurdî(kurmancî, zazakî), îngilîzî, fransî, almanî, osmanî, yunanî, farisî, erebî û ermenî.

Pirtûkxaneya İsmail Beşikçi ya ku bingeha wê ji koleksiyona Dr. İsmail Beşikçi pêk tê, dê bi çavkaniyên ku bi mijara wê re pêwendîdar in û nû dê biweşin an jî bi zimanên cuda weşiyane jî geşedana xwe bidomîne.

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]