Pontormo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Pontormo bi xêzkirina Giorgio Vasari, 1568

Jacopo Carucci (z. 24'ê gulanê, 1494 – m. 2'ê rêbendanê, 1557), bi pirranî weke Jacopo da Pontormo an jî Pontormo tê nasîn. Pontormo wênesazekî îtalyan ê şêweyê manerîzmê ye ku di dibistana Florensê de perwerde bûye.

Jacopo Carucci li Pontorme ya nêzîkê bajarê Empolî ji dayîk bûye. Bavê wî Bartolomeo di Jacopo di Martino Carrucci û diya wî Alessandra di Pasquale di Zanobi bûn. Ew li cem kesên navdar ên weke Leonardo da Vinci, Mariotto Albertinelli û Piero di Cosimo maye.

Li bajarê Florensê malbata navdar a îtalyan Medici hertim piştgirî daye wî. Dema diçe Romayê û berhemên Michelangelo dibîne, bandoreke mezin li wî dibe û ev bandor di berhemên wî yên dawî de xuya dike. Wî di jiyana xwe de gelek berhemên (wêne) hêja çêkirin e.

Pontormo di sala 1557'an de li bajarê Florensê diçe ser dilovaniya xwe.

Galeriya wêneyên wî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]