Qûre
Ji Wîkîpediya
Qûre, amana ku tê de çay tê dem kirin, kelandin û pêşkêşkirin e. Heger binê wê de bo ava kelandinê parçeyek din jî hebe, bi hev re navê wê dibe çaydank. Li Kurdistana Bakur pirranî ji bo hemiyan dibêjin çaydank.
[biguherîne] Cureyên qûreyan
- Qûre, cihê çay tê de ye û tê de tê dem kirin
- Çaydank, taxima wê ye, ji du parçeyan pêk tê, yek qûre ye, yê din jî avdank e, çaydank navê taximê ye
- Çaykan, çaydankên mezin ên kargehan e, gelek cureyên wan hene, ji tankên avê (avdank), dikê avê (henîfe, sulav, mûslix), qûre û amanên din ên servîsê pêk tên
Çay ji Çînê belav bûye, bêjeyeke çînî ye û bûye navneteweyî. Li Kurdistanê heya sedsala 19. ji çayê bêhtir, kafê (qehwe) dihatibûye vexwarin, lê niha çaya reş gelek tê vexwarin.