Sentînelî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Qebîleya Sentinelê hat beralîkirin)
Sentînelî
  • Isolated human group
  • uncontacted peoples Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletHindistan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZimanZimanê sentînelî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Nifûs50 (2011) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Dîmenek ji Girava Sentînel a Bakur ku cihwarê parastî yê sentîneliyan e.

Sentînelî, gelê xwecih ê Girava Sentînel a Bakur, li Kendava Bengalê ya bakurê rojhilatê Okyanûsa Hindî ye ku xwe ji cîhanê bi dûr xistine. Ew wek giravnişînên Sentînela Bakur jî têne zanîn. Sentînelî êleke berxeter û beşek ji koma berfireh a gelên andamanî ne.

Li gel andamaniyên mezin, jarawas, onge, shompen û nîkobareyî, sentînelî yek ji şeş gelên xwecih û veqetandî yên Giravên Andaman û Nîkobar in. Berevajî komên din, sentînelî xuya dike ku bi awayekî domdarî hemî têkiliyên bi cîhana derve re qebûl nekirine. Ew kesên derve wekê kesên bê ewle dibînin û hinek kesên ku nêzîkê giravê bûne yan jî daketine ser giravê ji aliyê sentîneliyan ve hatine kuştin.[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "'Adventurist' American Killed by Protected Andaman Tribe on Island Off-Limits to Visitors". The Wire. Roja gihiştinê 24 nîsan 2023.