Reşreşk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Reşreşk
Nigella sativa - Köhler–s Medizinal-Pflanzen-227.jpg
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
Beş: Magnoliophyta
Çîn: Magnoliopsida
Kom: Ranunculales
Famîle: Ranunculaceae
Cins: Nigella
Cure: N. sativa
Navê zanistî yê latînî
Nigella sativa
L.

Reşreşk hêşînahiyek ji famîleya giyaziviran (ranunculaceae)(kulîlka dawetê) tê hesibandin. Bejna wê 20 – 80 cm bilind dibe. Pelên wê li ber navtengê derdikevin, kesk an jî hinekî zerane bi awayek guherbar derdikevin û dişibin yên sibitê (Lepidium sativum). Kulîlkên wê spî, peyaziyane yan jî binevşî ne. Pelên kulîlkan dilane yan jî hêkane ne. Di derdorên nava kulîlkê de 30 -50 tozdankên dolkirinê hene. Fêkiya wê wek qapsûlek girover, ji 5-6 dûzî, di serê her dûzî de tîrikek wek antênên radyoyan heye û dişibe ya xaşxaşê . Di nava wê qapsûlê de bizrek hûr û reş heye. Ji wî bizrî re “reşreşk” (an jî kunciyên reş ) tê gotin.

Gelek cûreyên reşreşkan hene . Lê yên herî navdar misrî, şamî, afrîkî û yên kûvî ne (çolî-bejî) . Têdahiyên wan heme-heme wek hev in. Tiştên wan ên ji hev cuda, rengê kulîlkan û bilindahiya bejna wan in. Ji reşreşkê rûn tê derxistin û ji bo gelek cûreyên dermanên xweristî di sanayiya dermanan de tê bikaranîn. Herwiha wek biharbêhn (biharat) ji bo çêjin û tamxweşkirinê li ser hemû cûreyên xwarinên hevîrî tê reşandin.

Bizrikên reşreşkê

Çavkanî [biguherîne]