Rojiya mirinê ya 14ê tîrmeha 1982an

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Rojiya mirinê ya 14'ê tîrmehê hat beralîkirin)

Rojiya Mirinê ya 14ê tîrmeha sala 1982an destpêkirina berxwedaneke rojiya mirinê ya girtîyên PKKê bû. Bûyer di navbera rojên 14ê tîrmehê û 17ê îlona 1982an de çêbû.

Çar endamên PKKê Mehmet Hayri Durmuş, Kemal Pir, Ali Çiçek û Akif Yılmaz di 14ê tîrmeha 1982an de li girtîgeha Amedê dest bi rojiya mirinê kiriye.

Armanca Rojiya Mirinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girtîyên PKKê yên girtîgeha Amedê, li dijî êrîşên rejîma 12ê Îlonê û rêzaniye wê ya tunekirin û şemartinê ya li ser gelê kurd protesto kirine.

Piştî Durmuş, Kemal Pir, Akif Yılmaz û Ali Çiçek, girtîyên din wek Mustafa Karasu, Çavgun, Kılıç, Kavak û Kankılıç jî tevlî Rojiya Mirinê bûne[çavkanî hewce ye].

Encama protestoyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di encamê de di 7ê îlonê de Kemal Pir jîyana xwe ji dest da, dû re di 13ê îlonê de Mehmet Hayri Durmuş, di 15ê îlonê de Akif Yılmaz, di 17ê îlonê de jî Ali Çiçek mirine.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]