Greva birçîbûnê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Mangirtineke birçîbûnê li Washingtonê (DYA) ji bo penaberên Kampa Eşrefê ya parêzgeha Diyala.

Greva birçîbûnê, mangirtina birsîbûnê, mangirtina birçîtiyê, awayeke berxwedana pasîv e. Kesên ku tevlê dibin bi zanebûna ziyan û mirinê xwarinê red dikin.

Greva birçîbûnê ji berê ve li hemû cîhanê weke berxwedana siyasî tê bikaranîn. Wek di hemû grevan de, mangirtina birçîbûnê ya siyasî jî rêpîvaneke elenî ye û xwediyê armancekê berbiçav e. Ferqa di nava greva birçîbûnê û rojiyê ev e.

Encamên wê yên fîzîkî[biguherîne]

Djuna Barnes Clipping.jpg

Heger redkirina xwarinê ji sê hefteyan dirêjtir bidome, ziyanên cidî yên fîzîkî wê karibin pêk werin. Dibe ku ev ziyanên fîzîkî mayinde bin - an jî karin bibin sedema mirinê.

Mirov hene greva wan a birçîbûnê 50-70 roj ajotiye. Bobby Sands, endameke IRA'yê, di sala 1986'an de pistî 66 rojên birçîbûnê jiyana xwe ji dest daye. Holger Meins, endamê Rote Armee Fraktion, di sala 1974'an pistî 57 rojên birçîbûnê miriye.[1]

Carinan mirov bi darê zorê xwarinê dide kesên ku greva birçîbûnê dikin.

Mangirtinên birçîbûnê yên kurdan[biguherîne]

Grevên birçîbûnê, ên ku berê bi Kemal Pir, Mehmet Hayri Durmuş û Ali Çiçek re dest pê kiribû ji bo maf û rûmetê bû. Îro jî di vê demê û salê de, mangirtinên birçîbûnê, ji bo maf, rûmet û statûya gelê kurd a. Ji bo ku jenosîde li ser serê wan were sekinandin û mafê wan bi statûya wan re were radest kirin li wan, ev girêvên birçîbûnên ên civatî û sîvîl bûn. Mirovên ku dikevina birçîbûnê de, bi zanebûn û vîna xwe xwarinê naxwûn. Dibêjin "heta ku mafê me newê radestkirin, emê girêva xwe bidomênin".[2]

Di vê demê û salê de, li Kurdistan, Ewropa û Tirkiyeyê, li gelek deverên cihanê bi kurdan ev çalakîya neîtaetiya sivîl doma. Herî dawî kurd, li bajerê ku weke paytexta Ewropa tê nasîn li Strasbourg çalakiya mangirtina birçîbûnê dest pê kir.

Grevên birçîbûnê li cîhanê[biguherîne]

Girêvên birçîbûnê, weke çalakiyaka ku mirov laşê xwe ji ber hin kirinên ku ne li gor rûmeta mirov in, ku di destê wî de ti çare nemênin êdî weke şeklekî berxwedanê hatîya bi karhanîn. Li Hindistanê, di deme Gandi de, Gandi bixwe ji ji bo kirinên Îngilistanê ên wê deme ên li Hindistanê ku hatina kirin şermazar bike û li ber wan berxwebide, girêva birçîbûnê kiriîya. Piştî wî re, li girava Îrlandê jî, ji aliyên girtiyên ÎRA'yê ve hatiya kirin û di wê demê mirin jî bûya. Li Afrîkayê, di deme ku girtîbû de, Nelson Mandela bixwe jî kiriye. Bi vê yekê, hatiye nîşandin ku bi vîna xwe re mirov karê li berxwe bide. Mirov ku di girtîgehê de ye, ti destê wî de ti tiştekî ku ew xwe bi wê biparezê nîn e. Vêca, deme ku radayaderên dewletê li ser wî mirovê ku girtî ku bidest kirina êşkence û şîdetê kirin, êdî ew jî, li ber wê li berxwe dide. Heta îro, bi vî rengî bûye. Bi taybetî, mangirtinên birçîbûnê, ji bo ku mirov bi wê vîna xwe ya mirovî bide nîşandin û li ber wê êşkencê û şîdetê mirovatiya xwe bi rûmetiya xwe re bi parêzê li berxwe daya. Di sala 1982´an de, li girtîgeha Amedê girtiyên kurd, ji bo rûmete xwe bi parêzên li ber êşkenceyên ku li wan dihatine kirin, ketine greva birçîbûnê de.

Mangirtinên birçîbûnê, di aslê xwe de, di deme ku gelek bi serê xwe û bi hemû dînamikên xwe wê bike, bi wê re ji wê re dibe weke nîşandinaka vinaka civatî jî, bi vê yekê re ew civat, bi wê re dibêje ku ew li ber kirinên xirab serî nadeyne. Civata kurd, hemû riyên parastina, ji wê hatina hildan. Riyek jê re nemaya, ku ew xwe bi wê biparêzê. Bi vê yekê re, êdî weke riyeka ku mirovên andamên wê civatê mirinê didina berçavên xwe û wê dikin. Li Hindistanê Gandî kiribû. Li Kurdistanê, di sale 1982´an de, weke ku li Zindana Amedê bû, ji bo ku rûmeta xwe li ber êşkence ku têkirin bi parêzê serî lê dide. Mirovê ku hata girtin, hemû riyên wî yên xwe parastinê ji destê wî hatina girtin. Weke mirovekî rût a. Tenê, di destê wî de vîna wê ya ku ew bi girêvên weke kn Birçîbûnê bide nîşandin re pêre maya.

Birçîbûna oldaran ya terbiyakirina nefsa xwe[biguherîne]

Ku mirov bahse birçîbûnê bike, çendî ku mirov nikarê navê girêva birçîbûnê lê bike jî, bi awayekî xwe birçî hiştina oldarên olî re jî bûya. Wan, ji bo ku nefsa xwe terbiya bikin, weke rêbazaka ku nefsa xwe terbiya bikin, serî li birçîbûnê dana. Bi vê yekê re, bi nefsa xwe re tekoşîyana. Ev jî, bi wan re bûya sedeme ku ew bi wê re vîna xwe kifş bikin. Bi wê re kifşkirina ku xwediyê vînaka çawa na. Li Cihanê ev rêbaz ji aliyên pirr oldaran ve di demên berê ên kevn de hatiya bi karhanîn. Bi vê yekê re, xwestina ku bi azweriya mirov ya di dil de bi wê re tebikoşîn û wê têk bibin û li wê serwer bin. Bi wê, bawer dikirin ku, mirovê ku serwerî vîna xwe ya, ew wê karibê hemû tiştî bike. Wê dilşahiya herî baş wê ew xwe bigihêniyê de.

Girêdanên Derve[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]