Rosario

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Rozariyo (bi spanî “Rosario”), bi 1,025,000 gelhe, bajarê herî mezin yê stana Santa Fê ya Arjêntîna ye ku li perava Robarê Parana û li bakûrê rojavayê Bonos Ayrêsê çê bûye.

Rozarîyo ji ho yên firajîn, şona mezbajarkî ya giring , dapartandîyekî bajarkî yê girs , û navendekî giring yê terxan kirin re bûn, ji sedsala 19em ve heta nuha duyem bajarê herî giring yê Arjêntînayê bûye. Ji aliyê şon û gelhe jî sêyemîn bajarêgirs yê Arjêntîna ye.

Rozaryo serbajarê Dapartandiyê Rozarîyo ye û li korrê dalanê deskirdîtîyalê herî giring yê Arjêntînayê, cê digire. Şona mezbajarî ya Rozarîyo yê Mezin, ligel bajar û bajarokan û gûndên xwe, girtûperrê (derdorê) 1,350,000 gelhe yên xwe heye. Bajarê Rozarîyo ji xwe pernalgehekî hesinrêkî yê serekî ye. Her wesa nawan dikarin bi Robarê Parana ve bigihin bi bajar û Pesargehê Rozarîyo. Pirdê Rozarîyo-Vîctoriya ser Robarê Paranayê, Rozarîyo girê dide bi Vîctoriya.

Rozarîyo yek ji hindek bajarên Arjêntîna ye ku damezrêner yan darêserekî taybet ji wî re tine. Paliştvana wî bajar Deja Rosary ye ku roja gobenda7ê October e. Stêrebarê 14812 ji şanaziya wê re hatiye navandin.

Dîrok[biguherîne]

Diroka navçeya ku îroj bi Rozarîyo hatiye dagîr kirin, ji sedsala 17em dest pê dike. Berwarê dirûstê damezrandin diyar nîye. Yekem xwediyê erd û zevî Serpol (Kapten) Luis Romero de Pineda bû, û yekem nîştmanê hêstokal ê fermal (resmî) jî bi Santiago de Montenegro, ku li sala 1751an de wesa şaredar hate hilbijartin, sereta bû.

Li 27 February 1812an de dirêşeya Arjêntîna (ala Arjêntîna) ya nû li peravên Paranayê de jibo yekem car bi destê Jeneral Manuel Belgrano hate hejandin.

Heta sala 1852an bazirganiya derekî li Rozarîyo de pawan (qedexe) bû. Belam (labelê) vê ferman li 5 Augustê 1852an de bi destê Justo Jusé de Urquiza, hemew kes ku duma daxwazeka wî Rozarîyo wesa bajar hate nas kirin, tê perrî û îbtal bû. Bi 1880an Rozarîyo bû bi yekem bazarê terxanê Arjêntînayê û li sala 1887an de jî girtûperrê 50,000 nîştecê têde dijîn. Tenanet (hetta) Rozarîyo jibo 3 caran wesa pêtextê federal hatiye nas kirin belam (lêbelê) her car vê ferman tê perrîye.

Li 1911an de hevalmenî (kompanîya) ya Fransîzî ya hesinrê ya Ferrcarril Rosario y Puerto Belgrano dêrrekî xetekî li nav Rozarîyo û Porto Bêlgrano, navendê serekiyê nawajotinî yê Arjêntînayê, damezrand.

Bi 1946an Rozarîyo ji bi hêz gihiştina Juan Perón paliştvanî kir çimku gelek ji netewel kirin (neteweyî kirin) û pere-yarî dana bi deskirdîtiyan berjewendî (menfe’et) dibir. Belam Perón li sala 1955an de ji kar û ferman hate dakendin û serokîtiya wî tê perrî. Li 1969an de karkeran û xwendewanan li şeqaman de dij bi dîktatorîtî tengezarî (protesto) nîşan da. Li serdemê dîktatorîtî, ku li 1976an de dest pê kir, sedan paleweran hatin bêserûşon kirin.

Gerçî dîktatorîtî li 1983an de cihê xwe da demokrasî belam (lêbelê) daketina aborî yek ji kelepûr (mîras) ên genij (xirab) ên dîktatorîtî ji ferwarmenî (hukumet) ya nû ya democrat re bû. Li Rozarîyoyê jî hindek şorişan ku bi tarrandin akam kir, rû dane. Li serdemê Menem de rewşa aborî genijtir (xrabtir) bû. Li 1995an de bêkarûfermanîtî gihişt 21.1% û partekî mezin ji gelê Rozarîyoyê ketin jêr dêrrê hêjarîtî. Du re, villas miseria (xanîkgerrekan) hatin firajîn.

Duma vejûjandina (baştir vekirina) aboriya netewel (aboriya netewî) ku pişt daketina 2001an re hat, rewşa aboriya Rozarîyoyê hatiye jûjan (baştir bûn).

Ferwarmenî (Hukumet)[biguherîne]

Rozarîyo bi yek Leqa Rêvebirî, bi serokîtiya Şaredar (cêgeh: Palacio de Los Leones), û yek Leqa Zagondaner, ku birîtîye ji Hencemena Hielsengêner (cêgeh: Palacio Vassallo), tê birêvebirin.

Bajar bi 6 navçeyan hatiye dapartandin (Navend, Bakûr, Bakûrê Rojava, Başûrê Rojava, û Başûr) ku her kîj jibo xwe şaredarîyek heye.

Zanîngehan[biguherîne]

Bilavkirin û Mediya[biguherîne]

Balkêşîtiyan[biguherîne]

Erdnîgarî û Jêrbinarên Bajarkî[biguherîne]

Amarên Bajarkî[biguherîne]

Seqa û Tegereyên Sirûştî[biguherîne]

Ragûwastin[biguherîne]

Ragûwastina Giştî[biguherîne]

Hesinrê[biguherîne]

Ratrêyan[biguherîne]

Firokegehan[biguherîne]

Pesargeh[biguherîne]

Werzişt[biguherîne]

Çande (Kultur)[biguherîne]

Mereyên (Mirovên) Navdar yên Rozarîyo[biguherîne]

Ziman[biguherîne]

Rojên Pîroz[biguherîne]

Cejnan û Gobendan[biguherîne]

Xwîşkebajaran[biguherîne]