Sêmûçe

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Sêmûçe

Sêmûçe, sêmûşe cureyek kilorê ya pêjgeha kurd û îraniyan e. Navê xwe ji û mûçê digire, ango tişta ku sê car hatiye mûçekirin, bi dest, mûçing an alavekê hatiye qurçimandin, kîpkirin. Şikevaya wê di dirûvê sêgoşeyê de tê pêçandin û goşeyên wê tên mûçekirin.

Ev kilor derbasê xelkê cîran jî bûne. Bi îngîlîzî jê re samosa, bi romî (tirkî) pers boregi yan samsa dibêjin.

[biguherîne] Amadekirin

Hevîrê wê têkel e, tê de kemyon, xwê heye daku hevîr hinekê hişk be. Kartolên şelkirî wekî zaran tê tîkekirin, polik û îsotên ku dendikên wan hatine derxistin jî tevlî tê kirin. Bi hevre hinekê tên kelandin. Ava wan tê parzûnkirin (parzinandin).

Pelhevîr di dirûvê hevêrkê de bi devê steganê (badîn, piyale, qedeh) tê birrîn û berkelîn (melzeme) tê dagirtin. Di nava rûnê qijilandî de tê biraştin û pêşkêşkirin.


Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din