Sîsîlya

(Ji Sîcîlya hat beralîkirin)
Sîsîlya
Sicilia Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Autonomous region with special statute û herêma çandî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sîsîl ji peyk de

Ala

Mertal
Navçeyên Sîsîlyayê
Sîsîlya li ser nexşeya Îtalya nîşan dide
Sîsîlya
Sîsîlya
Navçeyên Sîsîlyayê
Koordînat: 37°35′59.85″Bk 14°0′55.36″Rh / 37.5999583°Bk 14.0153778°Rh / 37.5999583; 14.0153778
DewletÎtalya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytext
Dema avabûnê15 gulan 1946 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rêvebir
 • ŞaredarRenato Schifani (2022–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûerd
 • Giştî
  • 25.711 km² Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 • Bilindahî
3340 m Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
4.983.478 (2019) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
Malperwww.regione.sicilia.it/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Sîsîlya (bi îtalî: Sicilia, bi yewnaniya kevn: Σικελία, lat. Sikelía; bi erebî: صِقِلِّيَّة‎‎, lat. ṣiqilliyya) girava herî mezina Deryaya Navîn de ye û yek ji navçeyên otonom ên Îtalyayê ye. Ew li başûr rojavaya nîvgirava Apennîn (an nîvgirava Îtalya) dikeve ye.

Rûerda Sîsîlya 25.709 km² ye û nêzî 5 milyon kes li dijî ye. Paytextê navçeya otonom Palermo ye. Hin bajarên xweya dinên gerin Catania, Messina û Sîrakus ye.

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîmeneke xwezayê, Sîsîlya

Teşeyê sîcîlya wek sêgoşeya û ew ji bo vê sedemê di dema antîk de wek Trinakria dihat navandin. Li beravên wêya bakur deryaya Tîren, li yên rojhelat jî deryaya Îon heye. Navbera beravên başûr û beravên Tûnisê di parzemînê Efrîkaê de Tengava Sîsîlyayê (bi îtalî: Stretto di Sicilia), yê ku dera xweya herî teng 3 km, heye.

Beravên giravê li ser hev dorî 1 000 km ye. Li dor wê hin giravên biçûk ên wek girava Eolie (Isole Eolie), Ustica, girava Egadî (Isole Egadi), girava Pantelleria û giravên Pelagî (Isole Pelagie) hêne.

Çiya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Etna di zivistanê de

Çiyayê herî bilindî li giravê bi 3 345 m Etna ye û ew êtûna (volkan) herî mezin û çalak e. Li giravê hin volkanên din ên çalak ên wek Strombolî û Vulcano hene.

Çem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Salso çemê herî dirêjê giravê ye û dirêjahiya xwe 144 km ye. Simeto bi 113 km, Belice bi 77 km hin çemên dinên li Sîsîlya diherikî ne.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sîsîlya di dîrok de giravake gerîng bû û ji aliya gelek gelan de hat dagir kirin. Li sedsala 10an b.z. de dimatiyên giravê sikanî, sikulî û elîmiyanbûn. Li pê wan di sedsala 8an b.z. de, girav ji aliya fenîke, yewnan û kartacayan wek kolonî hat kergar kirin. Di sedsala 3an b.z. ew di cenga Punîş a pêşin de derbaza bin destên romayan bû. Ji pê împeratoriya Romaya Rojhelat di sedsala 5anan de hilwaşiya re ew derbaza vandal û vîzîgotan bû. Sedsaleke ji pê re jî ew derbaza Bîzans bû. Ew di sedsala 9an de ji aliya ereban hat dagir kirin. Ji pê wan re aragonî, spanî savoyi û awistriyan kergar kir.

Paş Îtalya yekîtî hat pêk anîn şûnda ew di 1861an de derbaz bin destên îtalyanan bû. Ew di 1946 virde jî wek navçeyake otonom tê îdarekirin.

Gel[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi berbilavîyake 195 ke/km² gelê Sîsîlya bi piranî ji îtalyanan de pê tê ye. Li sedan 95ên sîsîlyanî ji dêrê romayî-katolîk e.

Archimedes, bestekar Vincenzo Bellini û Salvatore Schillaci hin kesên navdarên ji Sîsîlya der ketina.

Fîlm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fîlmên li ser mafya ji bo Sîsîlya, newnetewî gelek keftî ditî bûn. Yek ji wan berhevoka sêromanî ya Mario Puzo ya bi navê The Godfather di 1961an de hat kişandin.

Spor[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li giravê wek gelek welatan û bi taybetî wek Îtalya spora herî dildar fitbol e. Êpê dem li serie a (lîga pêşinê îtalyayê futbol e) tu tîmên sîsîlya tine bûn. Ji pê US Palermo û FC Messina re Catania Calcio jî niha li serie a sîsîlya dinimî ne.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]