Kartaca

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Kartaca (Tûnis)
Kartaca
Cihê Kartacayê li Tûnisê de.
Xopanên Kartacayê

Kartaca an jî Kartago (latinî: Carthago, bi erebîقرطاج , yewnanî: Καρχηδών, Karkēdōn; bi zimanê fenîkî: קרת חדשת , Qart-Hadašt ango bi kurdî "dewleta Nû") dewleteke dema Antîk li Afrîkaya Bakur nêzî îroj Tûnis serfirazî ajotî bû. Paytexta Kartacayê bi hevşêwe navê bû. Niştêwarên Kartacayê ji aliyê romayiyan de wek pûnikan (ji Fenîkeyê hat afirandî bû) dihat navandin. Ew dera Kartacayê serfirazî ajotî bû îroj di fransî de wek Carthage, erebî jî wek قرطاج Qartaca) tê navandin û li Tûnis e.

Erdnîgarî[biguherîne]

Bajarê Kartaca li beravên Deryaya Navîn 10 km li rojhelata paytexta Tûnisê îroj bi hevşêwe navî diketî bû. Kartaca koloniyeke fenîkiyan bûn. Ji bo şûna xweya nêzi Tengava Sîcîlya wan derya navîn kontrol dikir.

Ziman[biguherîne]

Li Kartacayê zaravayekî zimanê fenîkî dihat axaftin.

Dîrok[biguherîne]

Sazî[biguherîne]

Nexşeya Dewleta Kartacayê di 264 b.z. de

Dewleta Kartacayê di 9'emîn sedsala b.z. an 8'emîn sedsala b.z. ji aliyê fenîkiyan ve li bajarê Sûrê (Tyre, Libnan) hatî bû sazandin. Ew wek Qart-Hadast ango wek dewleta Nû hatî bû navandin. Gorî hin arkeolojîk delîlan saziya wê wek 814 b.z. tê dîyarkirin.

Dema fenîkiyan[biguherîne]

Di herdu sedsalên pêşin kartacayiyan li Sûr serbixwe bûn. Paş welatê fenîkiyan di 6'emîn sedsala b.z. de ji aliyê persan ve hat dagir kirin şûnda ewna ji fenîkiyên kevin bi tûnî bû bûn. Ji pê re wan bi Komkeştîya xweya bihêz li Sîcîlya, Sardînya, Korsîka, Balearan, beravên Afrîkaya Bakur, beravên Spanyaya li başûr Deryaya Navîn kolonî peyda kirin. Dema bi Yewnana Antîk têkoşîn kirin jî wan hêza xwe dewam kirin. Wan bi etruskan ve li ser yewnanan bandoreke mezin kir.

Dewletê hêza xwe ji komeştîyen xwe distand. Di 4'emîn sedsala b.z. û 3'emîn sedsala b.z. de kartacayiyan bi 400.000 nitewarên xwe ve dewleta herî dewlemenda dor Deryaya Navîn de bû.

Di navbera 280 b.z. û 275 b.z. de navbera Roma û koloniyan kartacayiyan de Cenga Pirrî derket.

Ji pê sê Cengên Pûnîk hembera Romayan re dewleta Kartacayan hilweşî bûn. Şerê Pûnîk ê pêşin (264 b.z. - 241 b.z.) romayiyan ji kartacayiyan Sardînya û Korsîka standin.

Şerê Pûnîk ê duyem de (218 b.z.– 202 b.z.) ji pê der ketina sefera Hannibal (Hanîbal) ser Romayê re derket. Wî bi artêşa xwe ve li Îtalyayê êrîşa Romayê kir û gelek cengan de bin xistin. Ceng li Afrîka dewam kir û Romayê bi dawî artêşa Hannibal li wir bin xist.

Şerê Pûnîk ê sêyem (149 b.z. - 146 b.z.) bi dorpêçkirina romayiyan a bajarê Kartacayê re dest pê kir. Ji pê dorpêçkirineke sê salan re Romayê bi serdariya Publius Cornelius Scipio Aemilianus Africanus Kartaca di 146 b.z. de Kartaca, paytexta dewletê, dagir kir. 50.000 dimatiyên dana Romayan û ji pê re jî wek sklav hatin firotin. Bajar bi tûnî hat talan û xopan kirin. 122 b.z. de kartacayiyan dîsa hembera Romayê serîhildan. Bi dawî Julius Caesar pê derbaza textê bû re 46 b.z. de Kartaca şûnda saz kir. Di 29 b.z. 3000 kes li Kartacayê bicih bûn.


36°51′11″Bk 10°19′23″Rh / 36.85306°Bk 10.32306°Rh / 36.85306; 10.32306