Sînûzît

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Sînûzît (bi latînî: Sinusitis, tê wateya amasa sînûsan) yek ji nexweşiyên bisaw ên hestiyên rû ye û di koma nexweşiyên GPQ (Guh-Poz-Qirik) de tê jimartin.

Du tabloyên wê (gorî asta bipêşketinê) hene: Akût sînûzît û Kronîk sînûzît.

Sîmptomên sînûzîtê[biguherîne]

  • Êşên hişk ên berdewamî
  • Verêş
  • Konvulsiyon (zêdetîna laş, havale)
  • Werim di qalikên (qaşikên) çav an di eniyê de (çariyê de)
  • Şêlûdîtin, cotdîtin an êşa hişk a di kûraniya çavê de
  • Di kesayetiyê de guhertin
  • Serêş
  • Westîn (betilîn) a laş
  • Herkîna poz (bêvil)
  • Xitimîna poz
  • Belxam

Cureyên sînûzîtê[biguherîne]

  • Sinusitis ethmoidalis, amasa di şaneyan de
  • Sinusitis frontalis, amasa di valahiya eniyê (çariyê) de
  • Sinusitis maxillaris, amasa di valahiya çenê de
  • Sinusitis sphenoidalis, amasa di hestiya sereke ya poz de
  • Pansinusitis, amasa di valahiyên devedorê poz de

Terapî[biguherîne]

Terapiyeke berbiçav û standart nîne. Lewra mîkrobên nexweşiyê ditetikînin dikarin bi gelekên din re komplîkasyonên tevlîhev derînin. Hin lêgerînên terapiyê ev in:

  • Başkirina rewş û radeya hewa/rutûbeta organîzmayê
  • Başkirina rewşa çermê hundirîn, bikaranîna enzîmpreparatan
  • Bikaranîna sprey û dropên (dilopên) poz
  • Bikaranîna spreyên poz ên kortîzonan dihewînin
  • Antîbiyotîk (heger nexweşî bisaw û giran be)
  • Hin caran pêdiviya bijîşkiya operatîv (emeliyat)