Sahara
Beyabana Sahara, çola Sahara, şorezara Sahara, herana Sahara yan çolistana Sahara mezintirîn beyabana erdê ye. Rûerda wê li dora 9 milyon km² ye. Meziniya wê nêzîkê DYAyê ye.
Naverok |
[biguherîne]
Di zimanê Egîpta kevn (Misira kevn) de jê re „ceret“ („beyaban“) digotibûne. Bi erebî sahra dibêjin û nav ji erebî belav bûye. Gelê Tûaregî „welatê yên li derve yan welatê derveyî“ dibêjin. Ereb herwiha al kubra „beyabana pirr mezin“ jî dibêjin. Romaya antîk Terra Deserta ango bêcihwar/welatê hatiye terikandin gotine.
Dewlemendiya binerdî [biguherîne]
Li Saharayê kanên mezin ên petrolê hatin vedîtin. Çola Alcerya û ya Lîbyayê ji aliyê petrol û erdgazê ve pirr dewlemen de. Hewriha xwê, komir, zêr, mangan, hesîn, ûran, tîtan (element), fosfat ûêd jî pirr in li van beyabanan.
Cihwarbûn [biguherîne]
Kêm kes li van beyabanan dijîn. Pirraniya niştecihan ereb, berberî, tûaregî ne. 40 % ji gelê wê koçber in. Beyabana Lîbyayê hema bigire xofxalî ye ji mirovan, ango kes li wê najî.