Pileya Celsius

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Selsiyus hat beralîkirin)

Pileya Celsius an jî selsiyus (herwesa bi navê pileya germahiyê santîgrad / ºC jî dihêt niyasîn) pilandineka têhinê ye ko bi navê stêrnasê swêdî Anders Celsius (bilêv bikin: Anders Selsiyus) (1701-1744) hatiye kirin. Wî du salan berî mirina xwe pilandineka wekî vê bi kar anî bû.

Ji sala 1744ê heta sala 1954ê, sifira Celsius wekî xala qerisîn anko bestina avê û pileya sedê ya Celsius wekî xala kelîna avê di pesteka yek atmosferiya pîvankî anko standard da dihatin pênasekirin. Ev niha jî li dibistanan dihêt fêrkirin. Lê pênaseya pileya Celsius hatiye guhartin û niha bi sifira serbedayî anko sifira mutleq û xala sêkane ya avê li goreyê ava oqyanûsî ya navingîn ya pîvankî ya Viyenayê (AONPV) dihêt pênasekirin. Ev pênase Celsius bi Kelvinî ra, ko yekîna bingehîn ya SIyê ye, girê didit. Sifira serberdayî têhineka girîmaneyî anko hîpotetîk e ko nahêt bi dest xistin. Lê di wê têhinê da entropiya keristeyî dibit sifir. Ev xal wekî sifira Kelvinî û -273,15 a Celsius dihêt navandin anko bianvkirin. Xala Sêkane ya avê jî bi hûrî wekî 273,16 pileya Kelvin û 0,01 a Celsius dihêt pênasekirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]