Serbaz Siyamend

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Serbaz Siyamend
Jidayikbûn1982 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
  • Rojnamevan li ser wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Serbaz Siyamend rojnamevanekî kurd e ku di 1982an de li Hewlêrê ji dayîk bûye.

Jiyana wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serbaz Siyamend xwandinê xwe ya zanîngehê beşa Ragehandinê li Peymangeha Teknîkî ya Hewlêrê bi dawî kiriye. Ji sala 1998'an û pê ve weke rojnameger xebatê xwe yê rojnamegeriyê didomîne[1].

Serbaz di gelek kovar, rojname û belavokan de karê rojnamegeriyê domandiye û gehştiye pileyên cor bi cor, yên weke: Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DİHA); rojnameyên Newroz, Welatê Kurdistan, Azadiya Welat, Meko; kovara Taw û hwd.

Wî di rojnameya hefteyane a Alay Azadî ya Herêma Kurdistana Federal de xebitiye; weke berpirsê Bîroyê Hewlêrê jî kar kirye. Paşê di kovara Ragehandin de xebitiye ku beşa ragehandin a peymangeha Teknîkî ya Hewlêrê derdixe. Serbaz di rojnameya Jiyana Nû û gelek çapmenî û saziyên din de jî şixuliye.

Serbaz Siyamend bi qasî 4 salan bernameya dîrokî li radyoya Dengê Zehmetkêşan amade û pêşkeş kiriye. Radyo li bajêrê Hewlêrê Herêma Kurdistanê weşan dike. Wekî din, nûçegihaniya pişka kurdî ya radyoya SBS a Ustralya kiriye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]