Newroz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Peykerê Kaweyê Hesinker li bajarê Îsfehanê
Cejna Newrozê, di sala 1997'an de li Girê Tertebê, Qamişlo
Helbesteke Newrozê
Newroz Azerbaycanê

Newroz[1] an jî Cejna Kurdan, cejna kurd û xelkên Îranê û gelek gelên din a buharê ye. Kurd her sal, şeva ku 20ê adarê bi 21'ê adarê ve girê dide, agir dadidin û hatina buharê pîroz dikin. Di dîroka kurdan de jî, Newroz weke çîroka vejînê cîh digire. Li gorî rîvayetê, Kawayê Hesinker, li dijî serdarê zordest Dehaq serî hil dide û agir dadide. Ji wê rojê ve ye her gelê vê xakê, agir dadidin û vê rojê pîroz dikin.

Êtîmolojî[biguherîne]

“Nava Roaca” li gor zimanê qedîmavestayî Newroz e. Lê di kitêba Avestayê de ev tabîr “Nava Roaca” derbas nabe. Lê li gor zimanzanan ku guherîbe, ew jî wiha çêbûye: Nava>new: nû û Roaca>roz: roj

Di zaravayê kirdkî de bi vî awayî “Nava>Newe û Roaaca>Ruec” hatiye guherîn. Di zaravayê kurmancî û soranî de bi vî awayî “Nava>Nû û Roaca>Roc(j)” hatiye guherîn. Lewra di zimanê hînd-ewropî de dengên “z-c-j” bi hev diguherin. Bi maneya xwe jî ev peyv wiha tê watedarkirin: “Roja nû”. Hin gel vî wek “sala nû” watedar dikin lê dibe ku tenê ev li gor nirxandina teqwîmî be.

Ev peyv pêşî bi du peyvan “Nava Roaca” pêk hatiye lê piştre di demek dirêj de li gor tebîeta zimên û civakê guheriye bûye peyvek; pêşî di pehlewî de Noroz, piştre di kurdî de bûye Newroz.

Dema îroyîn de Newroz bi taybetî di nav gelên rojhilata navîn de tê pîroz kirin. Ev jî gelek normal e. Lewra çanda gelekî, dema ku rengekê gerdûnî girt, êdî gelên ku wê çandê nêzî xwe dibînin, dipejirînin û li gor zimanê xwe û bîr û baweriyên xwe nav lê dikin û pîroz dikin. Bo mînak Newroz çanda gelê Kurd ên ku ji Medan bigire heya roja îroyîn dewam kiriye û vê cejna xwe ya netewî ji bo gelên din jî pêşkêş kirine:

  • Kurdî: Newroz
  • Farisî: Noorûz
  • Tirkî: Nevruz
  • Ozbekî: Navrûz
  • Turkmenî: Nowrûz
  • Kazakî: Nauriz
  • Kirgizî: Noorûz
  • Azerîkî: Novrûz
  • Tatarî: Navrez

Taybeta "Roja Nû"[biguherîne]

Xêncî wateya roja nû, wateyên din li Newrozê bên barkirin, bawer im piçek ji çand, reng û ruhê wî tê qetandin. Lewra ev wateya han bixwe gelek fireh e. Bi taybetî jî ev şerê başî û nebaşiyê ye. Roja nû baş e û dê her dem roja nebaş bitemirîne. Çimkî roja 21ê Adarê li gor baweriya Newrozê Ehrîmen (nebaşî) li hember Ahûra Mazdayê (başî) têk diçe. Ev tenê di çanda newrozê de sembol in. Çimkî ev dualîte her dem heye, ji ber wî dê newrozê her dem bi vê wateya xwe bidome. Lê dema ku ev mane jê hate sitandin, tu taybetî jê re namîne. Ger ku îsnadê guherîna salê bikin, ew çax dema ku nêrîna teqwîm û demê di civakê de guherî, newroz jî dê biguhere.

Roja nû ji bo Medan (Kurdan): Roja zayînê, roja destpêkeke nû, Roja Xweda(Homa), dîlgirtina şeytên(ehrîmen), girtina heyameke kesîf, destpêk, berxwedan, têkoşîn û roja Azadiyê ye. Piştî van nirxan meriv dikare bibêje destpêka sala nû ye jî.

Çîroka Newrozê li gor gelê kurd[biguherîne]

Di demeke kevn de, li welatê bapîrên kurdan, pedişek hebû, navê wî Dehak bû. Dehak, keyekî pir zalim bû. Wî welatê kurdan wêran kir. Di gund û bajaran de mirov nehiştin. Zîndanên wî, ji girtiyan tim dagirtî bûn û celadên wî ji serîbirrînê nediwestiyan. Dehak bi awayekî ji xwe bawer, tim rûdinişt, zêr û zîv û kevirên buhadar, morîk û mircanên xizna xwe dijmartin, bi hespên xwe yên rewan û esîl serbilind bû û tu kes ji xwe mezintir û di ser xwe re nedidît.
Ji kuştin û wêrankirinê têr nedibû, dixwest deverên hîn firehtir werbigire û talan bike. şevekê, Dehak xewneke xirab dît. Nîvê şevê, ji ber êşeke dijwar ji xewê şiyar bû. Gazî zana û bijîşkên li qesrê kir û ji wan re got:
– Ji ber vê êşa dijwar xew nakeve çavên min. Zû ji min re dermanekî peyda bikin; yan na ez ê serê we tevan jê bikim!
Hekim û bijîşkên qesrê, li laşê Dehak nêrîn ew pelandin. Çavên wan li du birînên ku li ser her du milên wî bûn ketin. Tev bi hev re mat man. Gotinek ji devên yekî derneket. Ji ber, heta wê gavê tu kulên bi wî rengî nedîtibûn û ne jî êşek bi wî awayî bihîstibûn. Lê Dehak ji ber êşa xwe her bi ser wan de dikir qêrîn:
– Hûn çi bêçare li ser min rawestiyane! Zû dermanekî bidin min. Ez peritîm, şewitîm! Hûn tebîb û bijîjkên herî baş û şahreza ne. Ma hûn derman peyda nekin dê kî peyda bike? Hekîmekî ji wan, dest da ber xwe û got:
– Heta niha birîneke weha min ne dîtiye û ne jî bihîstiye. Lê wa diyare ku mêjiyê teze dikare bibe melhema van birînan.
Belkî hekîm dixwest xwe ji berpirsiyariyê xelas bike. Lê belê ev pêşniyar ji Dehak re bû sebeb ku ji “mêjiyên teze”, mejiyê zarokan bide ser birîna xwe. Wî emir da ku her roj mejiyên du zarokan bînin, bikin qurbana birînên ser milên wî ku bibûn wek du marên qelişî û dev vekiri. Bi vî awayî, rojê bi mêjiyên du zarokên nûhatî, kulên ser milên Dehak dihatin dermankirin. Lê carna zarok ji vê belayê dihatin xelas-kirin. Zarokên ku dihatin xelaskirin li şênaya nedihiştin, rêdikirin çiyan, di şikeftan de vedişartin. Her ku diçû çiya bi mirovên reviyayî tijî dibû. Jiyan di şikeftan de berdewam bû. Ava kanî, dar û ber û fêkiyên çiyan têra jiyana wan dikir.
Demeke dirêj derbas bû. Lê kulên ser milên Dehak bi hev ve nekeliyan. Her ku diçû xerabtir dibûn. Agir ji devê Dehak dibariya. Tirs ketibû dilê her kesî. Dayik û bav, ji tirsa ku kengê dê dor were zarokên wan xew nediket çavên wan. Tu hêzeke ku tiştekî ji Dehak re bibêje tunebû. Ji tirsa zarokên xwe gelek malbatan berê xwe dabûn çiyayên asê. Lê gel nema êdî di şikeftan hildihat.
Kawa, kurdekî hesinvan bû. Zarokên wî jî ji kulên Dehak re bûbûn qurban. Edî kêr gihabû hestî. Kawa ji tirsa qurbankirina zarokê xwe yê dawî, heval û hogirên xwe yên pêbawer kom kirin û ji wan re behsa zulm û zordariya Dehak kir. Plana kuştina Dehak ji wan re eşkere kir. Her kesî fikir û planên Kawa pejirandin û li benda îşareta wî man. Kawa gotibû gava ku ez Dehak bikujim, ez ê herim ser banê qesra wî agir vêxim. Ku we agir dît, bizanin ku min Dehak kuştiye. Kawa, ji heval û hogirên xwe re dest bi çêkirina çekan kir û bi dizî li wan belav kirin. Ji xwe re çakûçekî ku mirov pê hesin dikute, çêkir. Gava leşkerên Dehak hatin ku lawê Kawa yê dawî jî bibin, Kawa ji leşkeran re got:
– Hûn herin, ez ê niha, bi destê lawê xwe bigirim û bînim. Ez dixwazim ji bo saxiya padîşahê xwe lawê xwe bi destê xwe bikim qurban û li ber lingên padîşahê xwe deynim. Gava leşkeran ev xeber gihandin Dehak, kêfa wî hat, şa bû û çavên wî ma li riya Kawa. Kawa, çakûçê xwe kir destê xwe, lawê xwe girt û berê xwe da qesrê. Gava gihaşt ber derî, leşkeran dergeh jê re vekir. Kawa, raste rast berê xwe da şahnişînê ku text lê vegirtî û Dehak li ser rûniştî bû.
Dehak ji Kawa re got:
– Tu qehremanekî bê hempa yî, tu nîşana fedakariyê yî. Bijî! Kawa, piştî gotinên Dehak, bêtir nêzîkî wî bû. Bi çengê lawê xwe girt û bir li ber piyên wî dirêj kir. Kawa çakûçê xwe bilind kir. Lê li şûna ku li serê lawê xwe bide, bi hemû hêz û hêla xwe daweşand serê Dehak. Taca serê wî gindirî. Piraniya leşker û xizmetkarên wî gava dîtin ku Dehak bi rastî mir, kêfa wan hat û yên mayî, ji desthilanînê ketin, teslîm bûn. Kawa bi destê lawê xwe girt û hilkişiya ser banê qesrê û agirekî gurr li wir dada. Dema heval û hogirên Kawa çav li êgir ketin, wan jî dest pê kir û êrîş anîn ser qesrê, leşker û hevalbendên Dehak yên mayî dîl girtin, yên teslîm nebûn jî kuştin. Gava gelê li çiyê jî agirê azadiyê dîtin, fêm kirin ku plana Kawa bi ser ketiye. Dehak hate kuştin û dawiya zordariyê hat. Wan jî li ser çiyan agirê azadiyê pêxist.
Belê wê êvarê ne tenê li çiyan, li her aliyê welêt agir hate dadan. Gel ji deverên asê daket û bi meşaleyan berê xwe da gund û bajarên xwe. Li her aliyên welêt jiyaneke nuh û azad dest pê kir. Roja din, her kesî xemla xwe girêda û li meydanan govend gerandin. Û bi xwarinên xweş li seyrangehan civiyan, kêf û şahî kirin. Ew roj, roja 21ê adarê bû.

Ji wê rojê û bi vir de ye, bi taybetî di nav kurdan de ku her sal roja 21ê adarê wek Newroz, ango wek cejna yekitî, berxwedan û azadiyê tê pîrozkirin.

Herwiha binêre[biguherîne]

Pêşangeha wêneyan[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

  1. Navên din ên Newrozê ev in: Nevroj, Nûroj, Nûvroj, Neweroc, Gulus[çavkanî pêwîst e]...

Girêdanên derve[biguherîne]

Wîkîferheng Wîkîferheng: newroz – Wate, Etîmolojî, Hevwate, Werger