Shaka Zulu

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Shaka Zulu

Shaka, Shaka Zulu (Şaka Zûlû tê xwandin) yan Shaka ka Senzangakhona (jdb. 1787 li nêzîkî Melmoth a îro paşê bû Natal; m. 22ê îlona 1828an li KwaDukuza) yek ji key, mezin û lehengê bera Efrîqayî Zûlûyan e.

Shaka di dema desthilatiya xwe de ji derfetên piçûk hezeke mezin afirandiye, qebîleyên Zûlû birêxistin û biçek kiriye. Herwekî di warê leşkeriyê de şoreşên mezin pêk aniye. Gelek taktîk ên şer wî bi xwe afirandiye. Cara yekemîn wî li Efrîqayê leşker bi ûnîform kiriye. Leşkerên Shaka dikarîbûne di yek rojê de 80 km peya biçin û dijminên xwe şaş bikin. Wî ji bo leşkerên xwe têkiliya cinsî qedexe kiriye.

Shaka îro jî wekî sîmboleke li dijî dagirkeriyê tê bilêvkirin.