Sirmehşer

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Sirmehşer
Nivîskar Feqe Reşîdê Hekarî

Sirmehşer pirtûka Feqe Reşîdê Hekarî ye ku bi zimanê kurdî bi tîpên erebî hatiye nivîsandin. Pirtûk bi kêş, nikl û qafiye hatiye sazkirin. Ji 24 beşan û 526 malikan ava bûye. Bi naveroka xwe dîtin û baweriya olî, têkiliyên rind di navbera mirovan de û pêwendiyên mirovatî, girtina siyanetê li pêşberî mafên xelkê, parastina heyînên mirovan û gwd beyan kiriye. Mamoste Mele Ehmed Qoxî ev pirtûk jî şirove kiriye û bi hawayekî kurtedirêj û bexşan di destpêka salên 1980yî de nivîsiye û daye çapkirin. Zeynelabidin Zinar pirtûkê ji alfabeya erebî veguhaztiye alfabeya latînî, nivîsa orîjînal a bi tîpên erebî jî digel çapa bi tîpên latînî hatiye çapkirin.[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Feqe Resîdê Hekarî, Sirmehser, Kurdî/kurmancî, YDK, Tyskland/Düsseldorf, 1990, 112 rûpel, ISBN, Tîpguhaztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidin Zinar.