Sorik (nexweşî)

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Sorik di çermê nerm de
Sorika tîpîk

Sorik (bi latînî: Morbili) yek ji nexweşiyên mîkrobîk, bisaw ên zarokan e.

Kesên ku sîstema wan î parastinê biserketine, di zaroktiyê de derbaskirine, bi sorikê nakevin. Bisaw e, pirr zû belav dibe. Pirranî bi payîz û zivistanan xwe dide der. Kurtbûna vîrûsan 9-10 roj didome û paşê vîrûs xwe zêde dikin.

[biguherîne] Hin sîmptomên sorikê

  • Hêstirên çavan
  • Destpêkê de zêdetîna laş
  • Kuxîn
  • Herikîna poz (bêvle)
  • Di nava mûkoza dev de pinkteyên sorik
  • Pinkteyên sorik di çermê zarok de


Nexweşî heger komplîkasyonek nehêle û sîstema parastinê biserbikeve di nava çend rojan de derbas dibe û ti ziyanê nahêle. Divê bête zanîn ku sorik di zarokên pirr piçûk, mirovên temendirêj û bicaniyan de dijwar û bixetere ye. Hîjiyen û bihêzkirina laş pirr girîng e.

[biguherîne] Terapî

Terapiya sorikê li ser bihêzkirina laş û hîjyenê ye. Dermaneke taybet nîne. Bijîşk dikarin hin kombînezonên antîbiyotîkan bikarbînin. Dermanên êşê, xistina tîna laş jî tên bikaranîn. Zarokên ku bi sorikê ketine, bi qasî 9-10 rojan naçin dibistanê û di vê demê de bo ku nebe saw tê tênêkirin. Derziya parastinê ya sorikê di 10 mehî de tên lêxistin. Çêtir e mirov zarokan birêkûpêk bibin derzîkirinê.

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din