Spî (mêş û mûr)
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (çiriya pêşîn 2024) |
Spî, spih, espê | |
---|---|
Pediculus humanus | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Arthropoda |
Çîn: | Insecta |
Kom: | Phthiraptera |
Binekom: | Anoplura |
Famîleyên spiyan | |
Echinophthiriidae |
Spî, spih (mirov jî dibêjinê sipî û sipih) an espê (Anoplura) navê komeke ektoparazîtên pehnik e ku li ser guhandaran dijî û xwînê wan dixwe. Ji zêdeyî 500 cureyan pêk tê. Spî rişkan dikin, pişt re rişk dibin nûtik û nûtik jî dibin spî.
Spiya por (Pediculus humanus capitis), spiya kincan (Pediculus humanus humanus) û spiya rûv (Phthirus pubis) dikevin por, rêv û cil û kincên mirovî. Li mirîşk û balindeyan spiya mirîşkan, li ser daran spiya daran û li ser genim spiya genim jî dikarin bên dîtin û gawuk jî dikevin cihên pîs.
Nexweşînên giran wekî tîfûs ji aliyê spiya kincan ve tên borandin mirovî.
Ji ferhenga kurdî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Spiya xwe bi peretî firotin, ji kirêtiyên xwe re di bazara qencan de cih veqetandin
- Spiyên xwe kuştin, di halê xwe yî xirab de ketin
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Umîd Demîrhan (2007). Ferhenga Destî - kurdî bi kurdî. Sewad, Bazîd.