Spyware

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Gelek navên pêşabûna zarokan hene, mîna Adware, Spyware, Trackware û Big Brotherware gelek cureyên bernameyên diznêr heye. Lê ramana paş wan yek e, hinek ji wan agahiyên li ser te û tevgera te yên di internete dide hev (û dû re tê firotin), Spyware bi piranî dema ku kesek bernameyeke belaş di komputera xwe de saz dike, xwe bixwe tomar (qeyd) dibe.

Çend hevpariyên Spyware ev in:

  • Ji bo bidestxistina agahiyên taybet (şîfre û agahiyên qerta benke)
  • Guhertina girêdana pêwendiya înternetê (guhertina hejmara ISP, heke tu Modemê dixebitînî hişyar be ku tu li kîjan hejmarê digerî)
  • Guhertina tomariyan (qeydkirinan) Registry
  • Guhertina rûpela pêşîn ji bo înternetê
  • Sazkirina Popup û gelek tiştên din ên bêdaxwaz

Tu dikarî Spyware bi bernameyên wekî Ad-Aware paqij bikî. Di nav bernameyên Spware de bernameya ku yekemîn car li kurdî hate wergerandin jî Ad-Aware 6.0 e.