Stres

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Stres tê wateya "giraniya borandina jiyanê". Di jiyanê de hêz û giraniyeka her tiştî heye. Di kargehê de, di têkiliyên mirovan de, di malbatê de hwd jiyan xwedî tempoyek e. Ev tempoya han hin caran zora tempoya mirov dibe û mirov xwe di bin giraniyê de hîsdike. Ev e stres.

Stres herçendî negatîv, ewçendî jî pozîtîv e. Stres mirov ditetikîne ku mirov karê xwe di tempoya jiyanê de bike û biserbikeve. Her mirovek xwedî toleransek e. Hin kes zû dikevin stresê, hin jî dereng an kêm.

Stres xwedî vizyonên biyologîk, psîkologîk û fîzyologîk in. Li ser fîzyologiya stresê gelek xebat hatine kirin. Dema organîzmaya mirov bikeve xetereyekê yan bar giran bibe, organîzma dikeve alarmê. Bi her aliyê ve berpêyên xwe nîşandide. Organîzma dixwaze û lêdigere ku serî bi vê rewşa nû re derîne, dengeyekê avabike. Helbet organîzmaya her mirovek gorî taybetiya xwe reaksiyon dide. Heger organîzma serî bi vê rewşa nû re derneyne, ango stres zora mirov bibe, ziyanê dide. Ziyan xwe bi her alî ve dide der. Hin cureyên sîmptomên psîkosomatîk ji ber stresê ne. Herwekî stresa mezin ziyanên biyologîk, fîzyologîk û civakî didin.

Pispor di wê baweriyê de ne ku, jiyana nûjen û tempoya wê gelek ziyanan dide mirovan. Mirov dikare bêje stres, pirsgirêkeka mezin a jiyana nûjen e.