Telefona destan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Telefonine gerok

Telefona destan, telefona gerok an telefona beriyê an jî mobîl (mobayl) coreyekê amîrên elektronîkî yê sivike ko mirov dikarit bi xwe ra bibit û ji bo peywendîkirinê bikarbiînit. Bil ji karê veguhastina dengî ko telefoneka edetî jî dikit, telefonên gerokên niha bikardihên gelek karên dî yên mîna xizmatkariya peyama kurt (XPK) anko SMS jibo peyamhinartina nivîskî, eposte, bikaranîna înternêtê, û xizmetkariya peyamên çendnavgînî (XPÇ) anko MMS jibo şandina wîne û vîdyoan dikit. Piraniya telefonên gerok peywediyê bi toreka şaneyî ya bingehên telefonan dikin. Ev tor jî danûstandinê digel tora telefonên kilîlkirî yên giştî anko Public Switched Telephone Network dikit (tenê telefona heyvokan wiha nîne).