Vîdeyo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Vîdeyo (ji îngilîzî: video) teknolojiya wergirtin, tomarkirin, hajotin (proseskirin), inbarkirin, veguhastin û jinûveçêkirina elektronîkî ya zincîreka wêneyê bêliv e ko dîmenan di herikîn û livînê da dinumînin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev teknolojî cara pêşîn jibo pergalên anko sîstemên televizyona boriya tî ya katodî hat pêşdabirin, lê piştî wê, çend teknolojiyên dî jî jibo amûrên nîşadanê hatin îxtirakirin. Pîvik anko standardên dezgehê televizyonê û nîşandrê kompûterê (monîter) di pêşda bi awayekê cida ji hevdu werar dikir, lê niha ji ber pêşkevtinên ko di warê karkirina kompûteran û weşan û tomarkirina televizyona tivilmanî da peyda bûne, ev herd standard nêzî hev dibin.

Piştî bipêşveçûna teknolojiyên nû û pergalên dijîtal wekî DVD (1997) û Blu-ray Disc (2006), roja îro vîdeyo zêde nayên bikaranîn.