Wîkîpediya:Pênc hîm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Rêzikên bingehîn ên Wîkîpediyayê dikarin bi – pênc hîman bi kurtasî werin danasîn:

Wîkîpediya ensîklopediyek e, lewma xwediyê hemû taybetmendiyên ensîklopediyan e. Wîkîpediya ne navenda ferheng, rojname, çavkaniya lêkolînên xwemal, bikaranîna înternetê, reklamdayînê an jî ceribandina anarşî û demokrasiyê ye. Wîkîpediya ne cihekî wisa ye ku hûn bi nêrîn û nîqaşên xwe tijî bikin. Lewma divê her kes li gorî rêgeza lêkolînên xwemal tevbigere. Divê hemû bikarhêner ji bo afirandina gotarên rastî û rind bixebitin.
Wîkîpediya bi nêrîna bêalî tê nivîsandin, lewma divê gotarên nivîsandî ne beşeke ji nêrînên aliyekî bin. Siyaseta bê alî carna bi yek, carna jî bi tevde nivîsandina gelek nêrînan pêk tê. Bi vî awayî nêrînên her aliyî di gotarê de cik digirin û xwendevan jî dibînin kîjan nêrîna kê ye û divê were zanîn ku ti nêrîn nikarin weke "nêrîna herî rast" an jî "nêrîna herî çewt" bên pejirandin. Lewma dema gotareke bi nîqaş pêk hat divê agahiyên ku dikarin rastbûna çavkaniyên wan werin îspatkirin bên bikaranîn. Piştî nîqaşan ji bo hilbijartina versiyona rast a gotarê demeke aramiyê pêk tê û heta çareseriyek jê re li rûpela gotûbêjan were dîtin gotar weke bi-guman tê pejirandin.
Wîkîpediya azad û belaş e. Di bin lîsansa belgekirina azad a GNU de ye û bi awayekî rewa dikare were belavkirin û guhertin. Ji bîr nekin ku her kes dikare gotaran biguherîne, lewma dibe ku gotarên we ji aliyê gelek kesan ve werin guhertin û parvekirin. Naverokên ku ne li gorî bikaranîna mafê kopîkirinê ne parve nekin.
Nivîskarên Wîkîpediyayê li gorî hîmên gotûbêjan tevdigerin. Hûn bi wan re ne xwediyê heman nêrînan jî bin, ji wan re rêzê bigirin û kubar bin. Xwe ji êrîşên kesane û binavkirinên çewt dûr bixin. Ji bîr nekin ku gelek gotarên Wîkîpediyaya kurdî hene ku divê xebat li ser wan were kirin. Her tim di derbarê mirovan de bi awayekî baş bifikirin.
Rêzikên hişk ên Wîkîpediyayê nîn in. Dema we gotar nivîsandin, berfireh kirin an jî guhertin netirsin û wêrek bin, ji ber ku çiqasî hûn bixwazin beşdar bibin û gotareke bêhempa binivîsin jî ti kes ne bê kêmasî ye, lewma ji bo ceribandinê netirsin. Hemû versiyonên gotaran tên parastin û dema çewtiyek çêbû em dikarin versiyona rast paşde bînin. Lê ji bîr nekin ku her tiştê we li vir nivîsî wê bibe gencîneyek ji bo zimanê me û nifşên pêşerojê.