Wîkîpediya:Wîkînûçe/Dewleta Îranê vê carê jî êrîşê axa bakûrê Kurdistanê kir

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
WÎKÎNÛÇE
Çavkaniya azad ku tu jî dikarî tevlî bibî.

Vegere Wîkînûçe


Şemî, 12'ê gulanê 2009 - Dewleta Îranê ku demeke dirêj e bi hincêta gerilayên PJAKê êrîşî axa Kurdistana Federal dike vê carê bombeyên xwe avêt axa bakûrê Kurdistanê. 7 heb bombeyên ku artêşa Îranê avêt li Colêmergê li nêzî gundekî ket. Di encama topbarankirinê de ya ku piştî nîvrojê çê bû, xelkên van deveran aware bûn û ji malên xwe derkevtin û xwe li deverên aram girtin.

Artêşa Tirkiye jî, hêzên xwe yên leşkerî şand ewan deveran û niha jî rêyên ku diçin ewan deveran, li xelkê hatine qedexekirin. Herweha, xalên sînorîyên nêzîkî evan deveran, di navbera Îranê û Turkiye de hatine girtin û biryar weha hatiye dan, ku berpirsên leşkerîyên Îranê û Turkiye kombûnekê bi hev re saz bikin. Pêdivêyî nîşandanê ye, ku heta niha ti jêderên ragihandinê ziyanên (zererên) evê topbarankirina dijwar neragihandiye, belê çend endamên partîya DTP ya ku li bakurê kurdistanê mezintirîn partîya kurd e, wek tîmekê serdana devera SariYildiz kirin. Ev demek bû ku roj bi duv rojê ve, hêzên supayê Îranê deverên sînorîyên herêma kurdistanê topbaran dikirin û evroj jî, berê topên xwe dane bakurê Kurdistanê.

Hedefa Îranê ne tenê PKK ye

Dewleta Tirk û Îranê her tim li pêy têkdana Dewleta Federe ya Kurdistanê ne.Ji bo pêkanîna vê armancê jî li pêy planên qirêj de ne û wek berê jî lîstikên klasîk amade dikin û bi hinceta PKK û “teror”ê dixwazin êrîşî Kurdistana Azad bikin.

Her wiha hemû dijberên Kurdan naxwazin ku referandûmek bê saz kirin.Ji ber ku ew jî dizanin ger referandûm were kirin wê Kurdan biserkevin.

Her wiha ji heman sedeman dijî pêkanîna madeya 140 ê ne ku bi vê madeyê Kurdên ku ji Kerkûkê hatine derxistin paş ve bê vergerandin.