Welatê Me (rojname)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Welatê Me hat beralîkirin)

Welatê Me rojnameyeke kurdî ya hefteyî bû û weşana xwe li Stenbolê kir.

Piştî ku rojnameya heftane Welat di sala 1994an de hat girtin, li şûna wê bi navê Welatê Me rojnameyeke nû, dîsa bi kurdî û heftane dest bi weşanê kir. Aynur Bozkurt bû xwediya vê rojnameyê, Zana Farqînî jî berpirsê nivîsaran.

Rojnameya hefteyî Welatê Me bi qasî salekê weşana xwe domand, pişt re jî şûna xwe ji rojnameya kurdî ya hefteyî Azadiya Welat re hişt.