Welatê neserkevtî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Welatê neserkevtî welatek e ko hukmeta navendî ya wî nekarit desthilata xwe bi ser hemî deverên welatî da dabisepînit. Çi qas desthilat dibit sedema hindê ko rayedar welatekî neserkevtî an serkevtî bihesibînin cihê gengeşeyê ye.

Pênase[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi giştî, welatek wî çaxî neserkevtî dihêt hesibandin ko êdî nekarit li ser erdê xwe bikaranîna rewa ya hêza leşkirî ji xwe ra pawan bikit. Ev pawankirina rewa ya bikaranîna hêza leşkirî yek ji saloxetên welatên serkevtî ye. Welatên neserkevtî bi sedema hebîna şermîr anko warlordan an jî milîşiya û terorîstan nikarin desthilat xwe bi ser hemî an parek ji axa xw da belav bikin. Pênasekirina pawankirina rewa ya hêzê jî tiştekê gengeşebar e.