William Cullen
William Cullen (* 15'ê avrêlê 1710 li Hamilton, Lanarkshire; † 5'ê reşemiyê 1790 li Kirknewton (Skotland)) bijîşk û kîmyagerekî navdar ê Skotlandî bû.
Jiyan û girîngî [biguherîne]
Sala 1751 Cullen dibe profesorê bijîşkiyê li Zanîngeha Glasgow, 1755 jî profesorê kîmya û bijîşkiyê li Zanîngeha Edinburghê. Di nava sala 1773 de dibe serokê Royal College of Physicians in Edinburgh û 1777 bo Fellow of the Royal Society of London tê hilbijartin. Cullen di riya Robert Whytt (1717-1766) de diçû. Wê demê Zanîngeha Edinburghê li seranser Ewropayê di warê bijîşkiyê de pêşeng bû.
Whytt riya bavê neurolojiyê Thomas Willis (1621-1675) û Thomas Sydenham (1624-1689) geş kiribû ku van kesan angaşta tûrenasiyê, norologiyê ava kiribûn. 1776 Cullen têgîna neurozê dertîne. Ev kesan tûrenasiyê ji bandora serdema navîn azad dikin.
Berhem [biguherîne]
- First Lines of the Practice of Physick, for the Use of Students (1777) dt. Kurtepirtûkek bo xwendekaran
- Institutions of Medicine
- Synopsis Nosologicae Medicae (1785), klasîfîkasyonek nexweşiyan
- A treatise of the Materia medica (1789