Xelîl dağ

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Derhênerê nemir Xelîl Dag ku navê wî yê rastî Xelîl Îbrahîm Ûysal e di sala 1973’yan de li Almanyayê ji dayîk bûye. Dema di sala 1995’an de, ji bo demeke kin bimîne berê xwe da çiyayên Kurdistanê ji wê bandoreke mezin girt û êdî ji wê rojê pê ve dest bi jiyana gerîllatiyê kir.Xelîl Ûysal di demên xwe yên pêşîn de, li ser çiyayan wêne û jiyana gerîllayan kişand, di nav pêvajoyê de fîlmên kin ceribandin. Di sala 2006’an de fîlma “Berîtanê” ya ku ji hêla rayagiştî ya kurd ve gelek hat ecibandin kişand. Ji bo projeya xwe ya bi navê “Agri Dagi’na Yuruyenler” ku dê jiyana gerîllayan bianyana ziman ji demekî ve li bakûrê kurdistanê diman.

Ûysalê ku nûnerekî çapemeniya kurd bû, wekî din geleke meqaleyên ku Kurdistanê û gerîllayên kurd têde anîne ziman nivîsandine. Ûysal bîranînê xwe yên ku di gerîllatiyê de jiyaye di sala 1998’an de di pirtûka xwe ya bi navê “Halîl’în Gozu” de berhev kiribû.

Ji bo em Xelîl Ûysalî bêhtir ji nêz ve nas bikin tiştên ku hevalên wî yên xebatê ku di gelek fîlman de bi hev re xebitîne vegotine em li vir parve bikin…

Hevalên wî dan zanîn ku Xelîl Ûysal dildarê jiyana gerîllayan bûye, Bi vê ferasetê di şexsa her gerîllaya/ê ku diketin kadraja kameraya wî, di her kareya wêneya ku gerîlla têde vebeyn dide de hinek jî xwe vebeyn dide, Ûysalî bi gotina “bi xebatên xwe, jiyana gerîllatiyê bi gerîllayan da hezkirin” tînin ziman.

Xelîl Ûysal ku ji 1995’an vir ve di nav refên tekoşîna azadiya kurd de dimîne, di qadên herî dijwar ên şerî de nûçegihaniya şerî kir.

Derhêner-nivîskar Xelîl Ûysal ku ji sala 1995’an vir ve di nav refên têkoşîna azadiya kurd de diman bi xebata xwe ya sînemayê ku di nav bêderfetiyan de diafirandin û di heman demê de bi wênekêşî û wêjeya xwe jî pêşeng bû li herêma Bestayê di pevçûneke ku bi artêşa tirk re hat pêkanîn de tevî 3 hevalên xwe gihişt şehadetê.

Me Xelîlî bi fîlmên wî yên ku mijara wan li ser jiyana gerîllayan e û bi gerîllayan kişandine nas kir. Xelîl Ûysalê ku 6 fîlmên bi metraja dirêj-kin ku ji gerîllayan îlham girtiye û herî dawî di sala 2006’an de bi kişandina fîlma Berîtan navê xwe da diyarkirin, dê her tim di nav dilê kurd de xwe bide jiyandin

Xelîl Ûysal, li çiyayên Kurdistanê û bi nivîsên nava şer, bi kişandina wêneyan û bi çêkirina filman bû navê Xelîl Dag (Çiya) û Xelîlê ku jiyaneke tije têkoşîn a bi layiqê navê xwe derbas kir. Bi enerjiyeke ku qet nediqediya, li bilindahiya çiyayan 15 salan kedeke bêhempa da. Bê ku bisekine germahiya şer, sariya mirinê, kenê gerîlayan ên ku di jiyan û bîranînan de qet nediqediya nivîsand. Wêneyên wan kişand. Xwest wan bi rêya sînemeyê bide nasîn. Di hemû xebata xwe de pîvanên estetîkê û zimanê vegotinê pêş ve xist. Bi uslûba nivîsandinê, kûrahiya vegotinê û hêmayên ku hilbijartin hest û estetîka gerîlayan derbasî jiyana wêjeyê kir. Bi cesaret û objektîfiya xwe nûçeyan amade kir. Hişt ku şerê ku li Kurdistanê tê meşandin ji eniyekî din ve jî were dîtin. Bi kişandina wêneyên gerîlayan ku bi awirên çiyayî dikenin, bîranînên wan, hestên wan, bawerî û awirên wan ji me re hiştin. Bi çêkirina filmên xwe di 'Rêya Yilmaz Guneyî de meşiya. Riya 'Çiyê' ya ku Yilmaz Guneyî dixwest bigihijê hilbijart. Çiyayî derbasî sînamaya kurd kir. Çend gotinên Xelîl Dag yên li ser jinên kurd: “Divê jina kurd bi fikra xwe karibe têkeve sînemayê û bi çavên xwe li vê cihanê binêre. Ew çavên wê yên mezin,xweşik û awirên wê yên ku ji objeyekê wêdetir,awayê têgihiştina wê ya mirov û cihanê dikare ji sînemaya kurdan re pêşengiyê bike”. “Çîroka jina kurd bêguman çîrokeke ku dev jê nayê berdan e. Lê feraseta ku jina kurd bi têkoşîna Azadiyê re bidest xistiye ji çîroka wê xurtur e. Divê sînemagerên me, weke her jinê li jina kurd nenêrin. Çîroka wê weke çîroka jineke ji rêzê venebêje. Dê ev nedîtina afiranên wê yên esasî be”. Ji bo hunermedên kurd: “Divê hunermedên kurd xwe di deryaya gel de wenda bikin û di kurahiyên vê deryayê de bigihêjin nirxên estetîkê yên esasî. Heger ku ji bo vê wêrek bin divê ji bo di vê deryayê de avjeniyê bikin jî wêrek bin. Di vê hêlê de estatîka etnîk diyardeyeke ku divê mirov xwe jê çep neke. Divê hunermendên kurd vê tiştî ne ji ber qenciyê, ji bo mecbûriyetekê bigire dest. Fîlmên Xelîl Ûysalî yên ku heta niha hatine weşandin:

2002 (Tîrej) 2002 (Eyna Bejnê) 2003 (Dema Jin Hez Bike) 2003 (Nepaniya Rûyê Me) 2005 (Firmeskên Ava Zê ) 2006 (Berîtan) 2007 (Sitraneke ji bo Zagrosê)