Xewn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Xewna axayê heremê, li gor hunermendê fransî Jean Lecomte du Noüy (1842-1923)

Xewn, rêzek dîtin, raman, hest û rewş e ku bi gelemperî di hinek qonaxên xewê de bê îrade di hişê mirovan de çêdibin.[1] Mirovên razayî şevên ku xwen dibîne, bi navînî di dema razana xwe de bi qasî du saetan bi xewnan derbas dikin. Her çiqas xewnerevan dikare xewnê ji vê yekê pir dirêjtir bibîne jî her xewnek li dora 5 heta 20 xulekan didome.[2]

Naverok û fonksiyona xewnan di serdema dîroka tomarkirî de bûne mijarên balkêş ên zanistî, felsefî û dînî. Şirovekirina xewnan di hezarsala sêyemîn a BZ de ji hêla Babîliyan ve û ji wan kevintirîn jî ji hêla Sumeriyên kevnar ve hatiye kirin.[3] Şîroveyên xewnan di dema Babilî û Sumeriyan de di çend kevneşopan de di nivîsên dînî de bi girîngî cih digire û di psîkoterapiyê de rolek sereke lîstiye.[4]

Li ser xewnê, hin hizrên ku hatine ser ziman weha ne, hin zanist dibêjin ku di deme ku mirov westahî bê, hingî, mejiyê mirov pirrtir û bêhtirî bi tevger û aktîv ê û hingî, êdî ji xêva mirov dîmen û dîtinên ku têde hatina qaydkirin tên berçavên mirov. Lê mirov nikarê bi tememî, hingî wan kontrol bike, ji ber ku mirov ji hêz ketiye. Hizreke din jî, ya ku tê ser ziman weha ye, tê gotin ku xewn, hin aqil û an jî jîrîn ku xêve mirov çê dike ne.

Di demên berê ên kevn de, xewn, weke hin peyemên ku ji xwûdê ji mirov re bûn dihatine şîrovekirin û ser ziman. Di deme Medya de di nav kurdan de remildar hebûn û wan xewn teswîr dikirin. Ji mirovran digotin ku xewna wan tê çê watê û manê.

Binere[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "dream". The Free Dictionary.
  2. ^ "How Dreams Work". HowStuffWorks (bi îngilîziya amerîkî). 27 kanûna paşîn 2005. Roja gihiştinê 21 çiriya paşîn 2022.
  3. ^ "Assyria". Wikipedia (bi îngilîzî). 16 çiriya paşîn 2022.
  4. ^ "Sigmund Freud". Wikipedia (bi îngilîzî). 20 çiriya paşîn 2022.