Zanîngeha Azad (malper)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Zanîngeha Azad malpereke perwerdekariyê ya li ser têlê ye û di mêjûya 17.08.2008’an de ji aliyê çend kesayetên kurd ve hatiye sazkirin. Li gorî agehiyên ku malper bi xwe dide lijneya damezrîner a malperê wiha ye:

  • Şêresiyar Noreşînî, Rêvebirê Giştî yê Zanîngeha Azad
  • Umîd Demîrhan, Rêvebirê Lêkolînên Zanistî
  • Siwar Vazgalî, Serokê Hîndekaran
  • Qelender Makoyî, Rêvebirê Kar û Barên Xwendekaran
  • Silav Ehmed, Nûnera Rêxistinên Xwendekaran
  • Omitê Keleşkî, Berpirsê Têkiliyên Zanistî ye.

Şêresiyar Noreşînî û Umîd Demîrhan nivîskarên beroj.com’ê ne û Siwar Vazgalî jî wergêr e. Lê derheqa Silav Ehmed û Omitê Keleşkî de di çapemeniyê de tu agehî nîn in. Zanîngeha Azad bi dirûşmeya “stratejiyên neteweyî ji bo perwerdehiya azad” e. Zanîngehê hetanî niha du civîn li dar xistine Û mercên xebata xwe diyar kirine. Ji ber ku malpera Zanîngeha Azad hîn li ber avakirinê ye zêde agehî nehatiye dayîn. Ji aliyekî din ve ev malper zanîngeha kurdî ya li ser têlê ya yekemîn e. Xwendekar dikarin giredanên zanîngehê bi kar bînin û navê xwe tomar bikin, rêxistinên xwe damezrînin, bawernameyên xwe wergirin û bibin hîndekarekî risteyên zanîngehê.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]