Zarê Landika Sava

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Helbesteke Îrec Mêhrbexş e.

Zarê Landika Sava

Tu zarê landika sava
Nerazê her dem û gava

Nerazê da te ra bêjim ji derdê dil
Ji derdê ku giranî dadixîne tim bi şan û mil

Nerazê ez te ra çîrok û bendê padşah û tac û text û kuxtikê wêrane nabêjim
Qisê xwe ez ji bona bend û helbesta û gotê falik û efsane nabêjim
Qisê xwe bo kesê bêgane nabêjim

Hewara xwe bi evraza dibêjim lê mi ra guhdar nabînî
Di bajarê ker û lala ji bo wan gotina bazar nabînî

Di wê tarîtiya ku perde êxistî bi çavê karvanê rê û rêbara
Tu nabînî çira destê çi rêdara
Tu nabînî siya bejna bilind û nazika darê sipîndara

Tu zarê landika sava
Nerazê her dem û gava

Were da derkevin zûka ji nav tarîtiya xwe da
Ji nav colandika zarîtiya xwe da

Di cîhana niha mafê te nadin bes bi şemşîran
Bi zora agir û kêr û rim û tîran
Bi xwîn û kuştina wek bab û bapîran

Were da em bidin rêzê bi xwîna xwe
Dixwazin ger evîna xwe
Ji bona pêgehîna wê nekin wêran jîna xwe
Bi her rewşa ku em tê da bihêlin derfetê mayîn bi hêlana hebûna xwe

Tu zarê landika sava
Tu ey ronahiya çava
Nerazê her dem û gava

Di nav rêza evîn û hêz û zanîna evînî gaziya cenge
Di vê cengê bidorînî te ra nenge
Eger hêza mil û basik bidî karê ne hêza basikê jara bi-nav-denge
Te ra ev rêke, bawer, nazik û tenge

Were zaro bi hêza hest û nasînê
Ji ferhengê ji dîrokê ji ayînê
Bihavên pê bi meydana şerê vînê
Şeva tarî rêya dûr u dirêja serbixwe-bûnê
Bikin rona bi alava çirayê hizr û zanînê

Were da nav rezê jînê biçînin şênedarê çand û ferhengê
Biçêkin kembera zêrîn ji ayîn û ji dîroka gelê xweyî bihavêjin bi navtengê
Ji rêza morikê vê ristika zêrîn bigorrin morika cengê

Tu zarê landika sava
Bide desta bi destê rindik û lawa
Werin da gund û bajarê bi hêza pênivîsa xwe bikin ava

Werin da bi çeka zanîn bi hêza pênivîsa xwe
Di nav vê deftera jînê bi destê xwe bigêrin sernivîsa xwe

— Îrec Mêhrbexş