Zara (hunermend)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Zara
Zerife Pashajevna Mgojan
Jiyan
Jidayikbûn26ê tîrmeha 1983an (40 salî)
Lenîngrad, KSSFR (Rusyaya îro)
NeteweKurd
Cureyê muzîkêPop
PîşeHunermend, aktrîs, çalakvan
Salên çalak1996-niha
Malperzara.ru/en
biguhêreBelge

Zara yan jî Zerîfe Migoyan (jdb. 26ê tîrmeha 1983an Lenîngrad, KSSFR) hunermend û aktrîseke navdar a kurd e ku li Moskow a Rusyayê dijî. Zara di sala 2016an de xelata Hunermenda Rûmetê a Federasyona Rûsyayê wergirtiye.[1] Zara heta niha deh albûmên stûdyoyê tomar kiriye û çend xelatên Xelata Gramofona Zêrîn, dîplomeyên festîvala televîzyona Rûsî ya Pesnya goda wergirtiye. Wek lîstikvan Zara bi rolên xwe yên di rêzefîlmên "Streets of Broken Lights" (2001), "Spetsnaz 2" (2004) û "Favorsky" (2005) û fîlmên dirêj "Pushkin. The Last Duel" û "White Sand" de tê naskirin.

Jiyan û malbata wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zara li bajarê Lênîngradê wekê kesek ji malbateke kurdên êzîdî de hatiye dinê.[2] Zara dibistana amadeyî ya jimare 2yê li Otradnoye, navçeya Kirovsky ya li Oblasta Lênîngradê xwendiye. Di sala 2000an de li Gymnasium ji dibistana jimare 56an ku li Saint Petersburgê ye bi madelyaya zîv xilas dike. Li gel xwendina xwe ya navîn, wê dibistana muzîkê ya zarokan bi şanaziyê pisporiya piyanoyê qedandiye.

Bavê wê Paşa Bînbaşîevîç Mgoyan, Namzedê Zanistên Fîzîk û Matematîkê ye ku di pîşesazîya çêkirina makîneyan de kar kiriye û dayika wê, Nadî Djamalovna Mgoyan, jina malê ye. Dê û bavê wê li bajarê Lenînakan a Ermenistanê ji dayik bûne. Xwişkek wê ya mezin bi navê Liana û birayek piçûk bi navê Roman heye.

Kariyer[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zara (2016).

Di sala 1997an de Zara derket fînala pêşbirka huneriyê a Rûsyayê a bi navê "Stêrka sibehê" (bi rûsî: Utrênnyaya Zvêzda) (Moskow) û xelata Festîvala navneteweyî ya bi navê "Bila zarok bikenin" ya (Qahîre û Port Saîdê, Misir) wergirt. Di sala 1998an de hunermenda ciwan xelata "Hêviya Sîbîryayê" (Omsk, Rûsya) wergirt, di pêşbirka "Roja jidayîkbûnê" a sitranên zarokan (Sankt Petersbûrg) û pêşbirka «Baştirîn strana salê» (Sankt-Petersbûrg, Rûsya) de xelat wergirtin.

Du salan ser hev di pêşbirka "Hêviyên Ewropayê" de (Soçî) Zara dîploma beşdarvana asta yekem û xelat bi dest xistiye. Di sala 1999an de di Festîvala "Denga-99" ku li bajarê Soçî derbas bû hunermenda ciwan xelata sempatiyên temaşevanan qezenc kir.

Heta niha çend albûmên stranên Zara hatine weşandin, hunermenda ciwan herwiha di fîlman de jî rol girtiye. Fîlmên wek Favorskiy, Hêzên taybet bi rûsî-2, Jiyan û mirina Lyonka Panteleyev û yên din, herwiha di kurtefîlman de jî rol kiriye, yên wek Demon û Ariyadna.

Di sala 2009'an de beşdarî şowa "Du stêrk" bû û gihîşt fînala bernameyê, di encama pêşbirkê de Zara û Dimîtriy Pêvtsov cîhê duduyan girtin. Cihê yekem Mark Tîşman û Nonna Grîşayeva qezenc kirin. Weke ku hilberîner Îgor Matviyenko jî destnîşan kir strana ku Zara û Dimîtriy di fînalê de gotin hêja ye ku bibe sîngileke serbixwe.

Di dema derbasbûyi de Zara bi kurê weliya Sankt Petersbûrgê re zewicî bûye, lê pişt re jê cida bûye. Niha bi karsazekî bi navê Sergey Îvanov zewicî ye.

Di sala 2023ê de bi navê "Klama Dilê Min" albumekî kurdî (kurmancî) derxistiye.[3]

Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê rusî Wergera kurdî Sal
Сердце Джульетты Dilê Juliet 1999
Зара Zara 2000
Там, где течёт река Cihê ku çem diherike 2002
Zara Zara 2003
Не оставляй меня одну Min tenê nehêle 2004
Я не та Ez ne ew kes im 2007
Для неё Jibo wê 2009
В тёмных глазах твоих Di çavên te yên tarî de 2013
#Миллиметры #Mîlîmetre 2016
Klama Dilê Min 2023

Malper[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Указ Президента Российской Федерации от 26.10.2016 № 572 ∙ Официальное опубликование правовых актов ∙ Официальный интернет-портал правовой информации". publication.pravo.gov.ru. Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2021.
  2. ^ "kurdistan24".
  3. ^ Hunermenda cîhanî Zara Paşa yekem albuma xwe ya bi Kurdî derxist, kurdistan24.net (17.05.2023)