Zelam

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Di jînewerzanist anko bîyolojiyê daê Zelam bi ramana kesê pêgehiştî anko balix e. Di vê ramanê da peyva zelam li beranberî peyva zaro dihêt. Ev peyv di Kurdiyê da hêşta ji bo navkirina jînewerên pêgehiştî yên dî, mîna lawiran û giyayan nehatiye xebitandin. Zelam zarav anko termek e ko di zimanê Kurdî da gelek ramanên cida lê ji hev nêzîk digehînit. Li hindek deverên Kurdistanê zelam li beranberî biçûk dihêt. Bi vê ramanê êdî ramana kesê pêgehiştî bi diristî îfade nakit.

Zelamînî bi ramana beranberî zarotîyê li gelek war û biyavên cidacida yên mîna jînewerzanist, qanûn, riftar û pêgehê civakî ve dihêt diyarkirin. Hindek caran reng e kesek ji aliyê jînewerzanistî ve zelam bit lê li goreyê riftar û rewiştê xwe ve her mîna zaroyan ma bit. Ji ber hindê pênasekirina vê zaravê hindekê tevlihev û gengeşebar e.

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)